Nêçîrvan Barzanî: Hûn dikarin bi riya Facebook nêrîn û rexneyên xwe ji min re bişînin

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

AVESTAKURD - Nêçîrvan Barzanî ku ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve ji bo avakirina hikûmeta Kurdistanê hate erkdarkirin bi riya Facebook bang li gelê Kurd kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû bîr ûa bawerî û rexneyên xwe li ser avakirina kabîneya nû bînin ziman.

Nêçîrvan Barzanî bi riya Facebook bangek li gelê Kurd kir û got ewê bi sîngekî feref li rexne û nêrînên hemwelatiyan guhdarî bike.

Barzanî di banga xwe de dibêje, „ezê şad û xweşhal bim eger hûn div ê rûpelê de (mebest Facebook) bîr, boçûn, pêşniyar û rexneyên xwe bînin ziman. Ezê bi sîngekî fereh pêşwaziya li her cure bîrûbaweriyên taze bikim…”

Nêçîrvan Barzanî her wiha ji Kurdan daxwaz dike ku ew jî di nava kar de beşdar bibin û bi hev re bigihên ancama projeyan ji bo xizmetkirina herêma Kurdistanê…”

Di peyama xwe de Barzanî diyar dike ku ew berjewendiya herêma Kurdistanê dixe pêşiya hemû berjewendiyên din.

Serokwezîrê Kurdistanê yê pêşerojê di peyama xwe de dibêje, dive kabîneya 7. ya nû kar ji bo wan pirs û babetên girîng bike ku beşekin di jiyana vî gelî de…”

Barzanî dibêje ew bi hêz û geşbînî, bi hemahengî li gel miletê xwe kar dikin.

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi temamî:

Kurdistaniyên birêz, hemwelatiyên xoşwîst û hevalên ezîz

Weke min di peyama berê de jî ji bo we birêzan ragehandibû ku kabîneya nû wê ji bo xizmetkirina tevaya pêkhatiyên gelê Kurdistanê bixebite û wê berjewendiyên herêma Kurdistanê di ser hemû berjewendiyên din re bigire.

Niha em xwe ji bo pêkanîna kabîneya nû amade dikin.

Divê kabîneya 7. kar ji bo wan pirs û babetên girîng bike yên ku, beşekin ji jiyana gelê me û dê di paşerojê jî de bibin bandorek ji bo asodeyî, jiyaneke xweş û dilrehetiyê.

Em bi baweriyeke bihêz û ramanên geş bi hemahengî ligel miletê xwe kar dikin.

Weke hêzeke xurt, we her demê parastina azadiyê û keramet û xweşiya jiyana gelê Kurdistanê kiriye. We qurbanî dane û ev ava kiriye. Her hûn bûn ku, we îspat kir hûn naxwazin prosesa demokratîk, geşepêdan û aramiya herêma Kurdistanê sist bibe. Hûn em in û em jî hûn in. Gel û desthilat hev temam dikin û ji yek çavkaniyê derketine û ji bo yek pêşerojê dixebitin.

Ne mumkune ku, bîr û hizrên cuda bibine hokarê tevlîhevkirina ew hebûna ciwan ya ku herêma Kurdistanê şanaziyê pê dike.

Ji ber vê yekê ezê şad û kêfxweş bim eger hûn jî di vê rûpelê de (mebest rûpela Facebook) dîtin, pêşniyar û rexneyên xwe pêşkêş bikin. Ez bi sîngekî fireh pêwaziya hemû fikir û hizrên nû dikim. Ez dixwazim hûn jî, ligel me, ji bo şêwaza karkirin û encamdana proje û awayê pêşkeşkirina xizmetên cuda ji bo herêma me beşdar bibin.

Dibe ku ez nikarin bersiva hemû têbînî, dîtin, pêşniyar û rexneyên we bidim, lê belê ez hez dikim ku ji wê yekê dilrihet bin ku gelek bi hûrî hemû bîr û hizrên we dinirxînim û sûdê jê werdigirim.

Di heman demê de hûn jî li pey hizr û pêşniyarên nû bigerin, ji bo ku di kabîneya nû de, bi piştgirya hemwelatiyên xwe yên birêz, li ser kar bikin.

Hêvî dikim bi zelalî dîtinên xwe bişînin. Hûn dikarin bi çavên rexneyî têbîniyên xwe bibêjin.

Ya girîng ewe ku ev kanal dikare me hemûyan bicivîne, em hemû jî bi hev re dikarin baştirîn û zêdetirîn sûdê bigihînin herêma Kurdistanê û pêşeroja gelê xwe ronahî bikin.

Hûn jî her şad û serfiraz bin

Ligel rêzên min.

Nêçîrvan Barzanî

 

Rûpela Nêçîrvan Barzanî li ser Facebook

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة