Kemal Tolan:Nerina li ser pevajoye u komsiyona miroven aqilmend‏

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

Nêrîna min a li ser „pêvajoyê û komsiyona mirovê aqilmend“
Kekê Nedim, tû jî dizanî ku ez ji berê ve ne merivekî siyasî me û lewma jî ez niha di nav van herdû stratejiyên ku çareseriya statuya miletê Kurd têde hatibû û tê nîşankirin de hinekî mat matma me , yanî:

  1. Ez bawerim, baş tê bîra te û tû jî baş dizanî ku, heta çend sal berî vêga jî gelek kes, rêxsitin û partiyên rizgarîxazên Kurdistanê digotin, « gava em welatê xwe rizgar bikin, emê tixûbên ku bêyî îrada me hatine danîn, ji holê rakin û em ê welatê xwe careke dinê bikin yek…û hwd.….. «
  2. Em îro jî dibînin û dibihîzin, dîsa hinek ji wan kes, rêxsitin û partiyên rizgarîxazên Kurdistanê dêjin, « li ser me ferze ku em bi sazî û dezgehên fermî anjî ne fermî yên Tirk, Ereb, Farzî û hwd.ê. re bijîn. Em baş bawerbikin ku dewleta Tirk dixwaze bi vê „pêvajoyê û komsiyona mirovê aqilmend“ ên hukumeta Erdoĝan, hêza « parastina Mîsak-î Millî », “biratiya Îslamê” û yekîtiya nîjadperestên Tirk ra çareseriyekê ji rastî, armanc û pirsgirêkên mafê civak-netwa Kurd re peydabike û hwd.… »

Ez bi xwe weke xemxwar, berhevkarekî zargotin û kevneşopên Êzdîtiyê bawer nakim, ku ev çareseriya hukumeta AKPê, -« komsiyona mirovê aqilmend », dewleta tirk, hêza « parastina Mîsak-î Millî », “biratiya Îslamê” û yekîtiya nîjadperestên Tirk bikaribin çareseriyeke rast ji bo malwêranî û birînên ku xezeba kevneperest û dagirkirên Kurdistanê di dilên me Kurdan de vekirine, mafên demokratîk, armanc û pirsgirêkên me Êzdiyên ji bakurê Kurdistanê ne re peydabikin.
Her weha bidîtina min, ewê nasnameya netewa Kurd, nijada ola Êzdiyan û ya hemû olên ku li Kurdistanê hebûn di « makezagona xwe a nû» de jî nasnekin, nehêlin ku endamên olên civakên Kurdî, cardinê bi hêsanî vegerine welatê bav-kalan, milk û gundên xwe avabikin.
Ez bi minasebeta vê roja 24.04.1915 , a ku li Tirkiye yê bi qasî milyonek û nîv Ermenî tê de hatine qirkirin, hemû tevkujiyên ku li serê civak û olên li Kurdistanê bûne bi tundî şermizardikim!
Hêvîdarim ku rêvebirên dewleta Tirkiyê(mîratxwarên Împaratoriya Osmaniyan) û ev endamên « komsiyona mirovê aqilmendên hukumeta Erdoĝan » di serî de ji Êzdî, Ermenî û ji hemû gelên ku tevkujî li ser wan pêk anîne lêborînê bixwazin !
Rêz û silav
Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê
24.04.13
Têbinî:
Ji bo agehdariya te dêjim, min ev nêrîn û xembariya xwe ji gelek dost- nasên xwe, yên rêzdar ra jî şandiye!

 

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة