Hevpeyvîna bi Elewiyekî kamîl re

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

 

 

Navê te çi ye, tû kengî û li kurê çê buyî ?

- Navê min Kazim Eryaşar(Keleşoĝlu) e. Ez di 02.07.1942 de ji diya xwe Rukiye û bavê xwe Reşit ra, li gundê Keleşaxa(Eymir) yê ku di herêma Kangal/Sivasê de ye çêbûme.

Dînê te çi ye?

- Dînê min Mûmîntiya Elewîtiyê, ya gelekî beriya Misilmanetiyê ye.

Navê eşîr û terîqat(ocax)a te çi ye?

-Ez ji eşîra Şadîa me û li ser ocaxa Pîr Cemal Abdal im.

Foto; Kazim Eryaşar ve Kemal Tolan

Zimanê ku te dîn û tariqeta xwe pê naskiriye(yanî zimanê we yê zikmakî ) çiye ?

- Zimanê ku min dîn û tariqeta xwe pê naskiriye Kurdî ye

Bav û kalên min, tenê bi Kurdî diaxivîn û heta wextê zarokatiya min jî, tu kesî ji me zêdeyî zimanê Kurdî bi tu zimanên dinê nizanî bû.

Gava yek ji te bipirse û bibêje, mileti(netewî- qewmiyetî)ya te çi ye , gelo wê bersiva we çi be ? - Netewiya min, ez Kurd im.

Navê welatê te çiye ?

  • Welatê min Kurdistan e .

Li goriya ku ji min ra hatiye gotin, berê pêşiyên bav û kalê min li Xoresanê bûne. Dûre ew hatine gundê Kirî-Bicîlî, yê ku di herêma Çewlik/Bîngölê de bû. Kalê min yê mezin Şahbaz Oĝuları, ji wir jî tê li gundê Pûsasê(Yazigedigi), yê ku li ser herêma Refayê/ Ezînganê ye bicîh buye. Kalê min Keleş axa, li Pûsazê ji ber derebegê Kamaxê derketiye û hatiye Eymerê yê ku di herêma Kangal/Sivasê de ye.


Li gor dîtina te, ola Elewiyan bingeha ola xwe ji kîjan olên cîhanê girtiye?

-Min got , hinga ku dinya hêja tev av buye, di hingê de jî batiniya bingeha Elewîtiya me li ezmanan hebuye.Tê bîra min, wexta ku ez zarokbûm, hingê gelek Dedên me Elewiyan digotin, me di beriya misilmanetiyê de ji roj, ax û av bawerdikir. Elewiyan pêşîn berê xwe didane rojê û îbabet dikirin. Ji xwe em vê dîtina Dedên me yên ku hingê digoten, îro di gelek kitabên dîrokî de jî dixwînin.

Di wî wextê ku bisilmanetî peyda buye û pêve, sûniyan gelek ferman li ser serên me Elewiyan çêkirine. Îbadeta me îbadeta qirkleran e .

Li gor dîtina te, çi cûdetî(ferqiyet) di navbêna Elewiyên Bektaşî û Qizilbaş de heye?

  • Li goriya ku ez dizanim, Elewî û Qizilbaş yekin.

Wextê ku derwêş û olzanê mezin Hecî Bektaşî Welî(1209-1271) emrê Xwedê kir û dinya xwe guhast pê ve, Osmanliyan çûn Balim Sultan ji Maceristanê anîn, dahne xwandin. Hinga ku Balim Sultan di medresên Osmaniyan de xwandina xwe qedand û şûn de, hat li ser tirba Hecî Bektaşî Welî, tarîqata Bektaşiyan li goriya desthilatdariya çêkir. Osmanliyan dixwastin bi alîkariya vê tarîqata Bektaşiyan, ya ku Balim Sultanê kurê Papazekî Maceristanê damezirandiye, Elewîtiyê tûne(xilaz) bikin.

Lewma Elewiyên ku li pey tarîqata Bektaşiyan diçûn zêdebûne û îro hêjî gelek jê dêjin, tarîqata Bektaşiyan serkaniya Elewiyan e. Lê, em Elewî tu carî Hecî Bektaşî Welî ji bîr nakin.

Osmanliyan dixwastin bi van kesayetan Elewîtiyê asîmlebikin û bidine ji bîrkirin.

Ez dikarim niha mînakekê ji asîmlasiyona Elewiyên Bektaşî, yên ku li goriya rêzaniya Balim Sultan îbadet dikin û min bihîstiye bidim.

Min bi çavên xwe ne dîtiye, lê gelek kesên ku çûne ber dergaha Hacî Bektaşî Welî dêjin:

Wexta Elewiyên Bektaşî, li ber dergaha Hacî Bektaşî Welî îbadet dikin, ew pêşîn berdaqek araq vedixwin.

Min jî li bajarê Delmenhorst/Almaniya yê, di semînareke Profesor Melîkof bihîst û ewî jî digot: „Wexta ez çûme nav Elewî-Bektaşiyên li Bulgaristanê dijîn, min dît ku ewan jî îbadetan xwe mîna Bekatşiyên li Tirkiyê, bi alkohlê vedikirin“.

Osmanliyan di pey mirina Balim Sultan re jî, Şêxekî Naxşîbendi(Nakşibendi) yê bi navê „Mehmed Said Efendi“ anîne danîne ber turba Hecî Bektaşî Welî.


Lê wexta ku Şêxê Naxşîbendî demekê li şûna Balim Sultan ma pêve, ewî dît ku baweriya Elewîtiyê ya raste, ewî jî dev şêxantiya xwe berda û bû Elewî.

Gava siltanên Osmaniyan dîtin ku „Mehmed Said Efendi“ naxşîbendî jî buye Elewî, ewan êdî zilma xwe ya li ser Elewiyan hîn gelekî zêdetir kirin. Tekk(Dergah)ê Hecî Bektaşî Welî vekirin û çi tiştên pîroz têde hebûn, tev birin. Heta îro hêjî, ewqas tiştên me yên pîroz şûnde ne anîn. Elewî, îro hêjî bi peran, biletan distînin û diçine dergahê Hecî Bektaşî Welî ziyaretdikin. Ev dergehê pîroz, heta îro hêjî dibin bandora wezareta çandê ya Tirkiyê de ye.

Ez dizanim, îro gelek federasiyonên me Elewiyan hêja jî dahwa wan tiştên pîroz, yên ku ji tekê Hecî Bektaşî Welî hatine derxistinê dikin û wê qezanca ku li ber vî dergahê pîroz tê tomarkirin ji bo parastina baweriya Elewîtiyê serfbikin. Ama dewlet hîna jî vî dengê xelqê Elewî na bihîze û tiştekî jî nade tu Elewiyan. Bi wê qazenca ku ji ber dergahê Hecî Bektaşî Welî tomardike, camiyan avadikin ûhwd.

Ji xeynî vî dergahê Hecî Bektaşî Welî yê pîroz, wekî dinê kîjan paristgehên Elewiyan di herêma we de hebûn û navên wan çine?

-Belê navê hinek paristgehên Elewiyan yên pîroz wehane; Xidir Abdal, di navbêna gundê Ocaxkoyî, Dîvrikê û Kamaxê de ye. Çiyayê Ortê li gundê me Eymerê, Oklu Baba li gundê Xanê, Samut Baba li gundê Tekê/Kangal, Ziyareta Solê li gundê Daban Özü, Jan û Jûn li gundê Dahul Bazê, Gul Baba li gundê Gul Baba, Abdal Musa li Antaliya yê ûhwd.gelekî din jî di kitêba Hamza Aksut ya ku bi navê Alevi-Ocaklar de hatine nivîsandinê hene.

Lê pîroziya dergahê Hecî Bektaşî Welî, serkaniya vanên ku hatine binavkirin tevan e. Dergahê Hecî Bektaşî Welî, ciyê Heca hemî Elewiyan e.

Di nav baweriya Elewîtiyê de, gelek ocax(xwedan) jî hene û her yekê ji wan jî xwe girtiyê Hecî Bektaşî Welî ne.

Di wextê hinga ku Hecî Bektaşî Welî saxbuye de, hingê 12 ocax(post)ên mezin, her yekê ku dibin bandora Dede/ Pîrên deverên de bûne, hebûne. Sinsil(daramal)a van 12 ocaxzadehan jî diçûn digihîştine wan 12 îmamên ku ji daramala Hz.Alî/Huseyîn in.

Kirîvê Kazim bi destên xwe vî wênê ku bi dîwarê oda wî ve dalqandiye nîşandike û dêje, em dikarin navên van 12 îmaman jî, ji vê çavkaniyê (http://alevilikvebektasilik.blogcu.com) bidine xwanê:

1. Hz.Ali , 2. İmam Hasan , 3. İmam Hüseyin, 4. Zeynel Abidin, 5. Muhammed Bakır ,

6. Caf er Sadık, 7. Musai Kazım , 8. Ali Rıza, 9. Muhammed Taki, 10. Ali Naki, 11. Hasan Askeri, 12. Muhammed  Mehdi


Em ji wan kesên ku ji sinsila îmam Hz.Huseyin in re dêjin, Seyîd. Seyîdên ku ne ji sinsila Hz.Huseyin bin, ew nabine seyîd.

Vêga hêjî gelek navên ocaxan hene û ez nikarim navên tevan li virê birêz bikim, lê ez dizanim meriv dikare li vê çavkaniyê “ http://www.aleviforum.com/showthread.php?t=55968fêrî navên gelek ocaxan bive.

Çima Elewî ji peyva Qizilbaş yê acisin û mahna vê peyvê çi ye?

- Weke ku min got, tu cudatî di navbêna Elewî û Qizilbaşiyê de tûnen û wateha herdû peyvan jî yeke. Lê, Sunî(misilman) ji Qizilbaşan(Elewiyan) acisin. Sedemê wê jî, wexta ku Hz.Ali bi Muaviyan re getiye cengê, hingê bawerî(înanc), ziman û sema(libas)ên leşkerên herdû aliyan jî yek û weke hevûdinê bûne.

Dûre ji bo ku sem(şikêl-bîçim)a leşkerên Hz.Ali, ji bîçima leşkerên Muawiyan cûde bive, leşkerên Hz.Ali, ser û milên xwe bi kevnikeke sor pêçane. Suniyan ji hingê pêve, ji leşkerên Hz.Ali re gotine, Qizilbaş(Kesên kumsor).

Li goriya ez dizanim mahneya Elewîtiyê jî weha ye:

Wextê ku Hz.Ali, bi Miawiyan re kete cengê û xelqê gelekî hiz ji wê batiniya ku Hz.Ali xwe pênasdikir û leşkerê Hz.Ali dikirin. Înca Suniyan û milet ji wan kesên ku xwe dane terefê Hz.Ali, çûn û hatine mala wî ra gotin, Ali evî – Ali beyt(hizkiriyên mala Elî)

Wekî ku min da xwanêkirin, dive em Elewî bi lêvkirina peyva Qizilbaş acis nebin û heta em pê serbilind bin. Em wan fetwa û gotinên ku miftî, xoce, mele û îmamên Suniyan, di kîtabên dîrokê û xutbayên Camiyan de dianîne ziman ji bîra bikin. Naveroka wan îbadet û wahzan tev li ser asîmlasiyona netew û Elewîtiya me bû. Ewan miftî, xoce, mele û îmamên Suniyan em Kurd berehevûdinê dane û em kirine perçe perçe.

Mînakeke leystikên ku ewan em Kurd û bi taybetî jî, me Kurdên Êzdî û Elewî ji hevûdinêre kirine neyar weha ye:

-Gelek miftî, xoce, mele û îmamên Suniyan û desthilatdarên Osmaniyan digotin/hêjî dêjin: Miletê Êzdî bermayên Yezidî bin Muaviye, yê ku di 10.10. 680 de li Kerbelayê serê Hz. Huseyin jê kiriye, ne.

Ji bo ku em Elewî ji birayên xwe yên Êzdî, acis û nefretbikin, ewan desthilatdarên Osmaniyan, miftî, xoce, mele û îmamên Suniyan, bi hemda xwe navê Êzdîtiyê kirine Yezidî û baş dizanim ku tu alaqa bawermendên Êzdiyan bi Yezidî bin Muaviye re tûne.

Bila şîn û rojiyên wan kesên ku ji bo 12 îmaman girtine, li ba pîrê mezin qebul û Xocê Xizir alîkarê me tevan be.

Kemal Tolan 28.11.12

Min gotinên vê hevpeyvîna bi Elewiyê Kamîl re, peyv bi peyv ji ber gotinên kirîvê xwe Kazim Eryaşar girtine û wê hîna berdewam bike.

 

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة