Berdewama hevpeyvîna bi rûsipiyekî Êzdiyan re 2‎ ... Kemal Tolan

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

 

Xalê Ahmed, tû çima û ji ber çê hatî Almanya?

  • Bi rastî, ez ji ber tûneya malê dinê û tahdeya ku, di derdora me de li me Êzdiyan dibû, reviyam hatime Almaniya yê. Zahmetî û neheqiya ku me Êzdiyan dîtiye, tu kesekî ne dîtiye.


Me ji ber zordestî û neheqiya dewletê û kevneperestên Kurdên bisilman, nikarîbû herine pey qewlbêjekî bînin nava xwe û me gelek caran miriyên xwe bê amadebûna dûnavekî Êzdî binax dikirin.


Me ji ber zilma dînî nikarîbû herin, ji gund û bajarên li derûdorê hebûn, pêdivîyen nav mala ji xwe ra bînin. Gava me barek dirik dibire Qubînê, difirote 2,5 baqnotan, anjî barek zad dibire Heskîfê, heta em ji nav bajêr derdiketin, bajariya hezar carî bi dîn û îmana me xeber dikirin.

Xalê Ahmed, tû dikarî ji kerema xwe ra, niha bahsa hinek buyer û zilma ku Dewletê û kevneperestên Kurdên bisilman li me Êzdiyan kirine bikî?

  • Mînakên ku dewletê û kevneperestên Kurdên bisilman, êrîş anîne ser civaka Êzdiyan, bi sed hezaran Êzdiyên bê sûc û gune bi darê zorê qulibandine ser dînê xwe û qirkirine, tevaya mal û milkên Êzdiyan li ser navên xwe çê kirine, gelekin û gelek ji hew têne bîra min jî.


Tiştê ku min ji rûspyên me Êzdiyan (yên mîna Berkatê Mamed, Emerê Mihemed ûhwd.) bihîstiye û bavê min digot:

Di zemanê kevn de, heçî mîr qismî di bisilmanan de tûne bûne û çi kesê ku bi mîrantiyê hatine naskirin jî, pêşiyên wan tev Êzdî ne. Piraniya pêşiyên mîrekên herêmên Kurdistanê û welatê derdora Kurdistanê, tev ji bine mala mîrên Êzdiyan, yên ku piraniya wan desthilatdarên Mezopotamiya yê( Xoresanê, Tebrêzê, Çolemêrgê, Wanê, Amedê, Kilîsê, Mîr Birahîmê, Mîr Mihê ûhwd.) bûne. Ev rastî û bingeh vêga hêjî di nav gelek lawij û efsanên di nav zargotina me Êzdiyan de hatine parastin de xwanêdikin.

Dewletên dagirker nikarîbûn wisa bihêsanî bikevine nav axa Êzdîxanê û herêmên ku dagir kiribûn jî bawerî bi Êzdiyan ne dianîn. Lewma jî, di gelek deman de Êzdî ne dibirine xizmeta leşkeriyê. Lê di şûna ne birina leşkeriyê de, gelek pere û mal ji yên ne bisilman û Êzdiyan distandin.

Rûspiyên me digotin, rojekê hinga Feqîr Şekirê Kalo, bavê feqîr Hisî û Berkat diçe aşê gundê Dêravê. Hinek bisilman tên dikevine pêşiya Feqîr Şekir, wî dikujin û keviran davêjine ser dilê Feqîr. Gava Êzdiyên gundiyên Bazîwanî kuştina Feqîr dibihîzin, diçin termê Feqîr tînin û wî li gundê Bazîwanê bin ax dikin.


Mamedê Temo*, rojekê ji bo hinek pêdiviyên rêncber û mala xwe bîhne cîh, çend barên ceh û genim davê je ser pişta hespan û di nav çiyayê Xendeqiyan de, bi piya diçe Heskîfê. Gava digihîje Heskîfê, hinek bisilman wî weke Êzdî nas dikin, çêran(peyvên ne baş) bi wî dikin û dêjinê, eger tû vêga eşeda xwe li ser bisilmanetiyê neynî û vê xebera ku Êzdî jê acisin ne bêjî, emê te bikujin.

Mamed jî dêje bisilmanan, welehî hûn min vêga bikujin jî, ez vê vê xebera ku Êzdî jê acisin nabêjim û bila serê min jî seriyekî di rehîna dînê Êzî de be, Hole hol hola Êzîdê sore!...

Yên bisilman Mamedê Temo didine berxe û, wî dibine ser serê kela Heskîfê . Li serê Kela Heskîfê dîsa dêjinê, tû dibînî , eger tû vêga jî eşeda xwe li ser misilmanetiyê bîhnî û vê xebera ku Êzdî jê acisin bibêjî, em te li virê serbest berdin. Lê, Mamedê Temo dîsa bi ya wan nake û dêje wan, bila serê min jî di rehîna dînê Êzî de be, Hole hol hola Êzîdê sore.

Êdî bisilman dest û lingên Mamed Temo bi werîsan girêdidin û wî bi ser serî ve di zinarê kela Heskîfê de berdine xwarê.

Di peyra hinga hinek dostên Mamedê Temo, vê buyera wî dibihîzin, ew diçin laşê Mamedê Temo tînine gundê Şimzê. Bavê min digot, gava me Mamedê Temo wisa birîndar dît, bîhna wî hima hindikî derdiket û kesî bawer ne dikir ku, êdî Mamedê Temo cardinê rabe ser xwe. Lê Xwedê bi hawara wî ve hat û ew piştî demekê dîsa hate ser hişê xwe.

*Mamedê Temo, Êzdiyekî ji gundê Şimzê yê gelekî mal û nandar bû. Ji ber ku pez û dewarên wî hingî zahfbûn, wisa jî gelek rencber û cotkaran bi xêra wî debara mala xwe li ser hebûna wî dikirin.”

*************************************************************

Min dîsa ji rûspiyan bihîstiye û dizanim ku;

Mîrzayê Biro, yê ku ji eşîra Xendeqiyan bû, li çah meman ya ku di herêma gundê Şimzê de ye, - Ozmanê Soro, bavê Şikriyê ku li gundê Feqîra dima jî, li çah ba gundê Barisilda - Reşîdê Mamed û Birahîmê Mîrzo, yên ku mala wan li gundê Hemdûna bûn,- dû pismamên me yê bi navê Emer û Silêman ji gundê Heznamîrê ev tev bi destên Kurdên bisilman hatine kuştin. Dîsa birayekî Xelefê Dûşayî yê bi navê Reşê,- birayê Silêmanê Seyro yê bi navê Mahmud ji gundê Bazîwanê, ji gundê Qorixê Bişarê Seyro û ji gundê Çinêriya Filîtê Kemo bi darê zorê bi xwe ra biribûne “herbê” û ew jî venegeriyane mala xwe.

Her weha serok eşîrên Kurdên bisilman, gelek jinên Êzdiyan jî bi dare zorê revandine û bi wan re zewicîne. Ji xwe herkes pêşiyê xwe nas dike û pêwîst nake ku ez wan tevan li virê binav û birêzbikim.

Welehî neheqiya hinekan ji wan, li vê Almaniya yê jî li ser me berdewam dike. Vaga li virê jî hinek ji wan nahêlen ku meriv li goriya nêrîna xwe bawer bike û bixebite. Gelek caran astengiyan ji me ra çêdikin û dêjin,“divê hûn weke me bikin”.


Xalê Ahmed, wexta ku tû di sala 1973 de hatî Almanya yê pêve, te bi neferên xwe yên li welat mabûn re çewa pêwendî dikir?

  • Di wan salan de pêwendî tenê bi nivîsandina naman hebû û ji ber ku xwandin-nivîsandina min jî tûne bû, hinek camêran ji min ra namên min dinivîsandin.

Min ji ber nexwandinê gelek zahmetî li ser kar jî didîtin û lewma min xwast ku zarokên min bixwînin.

Xalê Ahmed, gava tû hatî Almanya, hingê te dixwast çend salan û pêve vegerî welat?

  • Bi Xwedê min dixwast, gava ku ez perê deynên xwe bidimhev û dûre bikaribim dû gahên cot ji xwe ra bikirim, hingê vegerime welatê xwe. Min nizanî bû ku, ezê hewqas zêde bimînim, wê zarokên min li Almaniya bivine xwedî pîşe û wê xaniyên min li Almaniya çêbivin.

Xalê Ahmed, te li Almanya yê zahmetî û zordarî kiṣandiye ?

  • Ji xeynî hinek zahmetiyên ne zanîna zimanê Almanî, wekî dinê min tu zordarî nedîtiye û tu kesekî jî zilm li min ne kiriye. Di vî 42 salî de, min ne dîtiye ku kes ji kesî xeber daye û zordariya baweriyê li kesî kiriye.

Xalê Ahmed, weke ku ez dibînim, tû ji welat bêtir li Almanya jiyan dikî, li goriya dîtina te kîjan welat ji te ra xweşe li almanya weke welatê xwe dihesibînî?

  • Erê wele, ez eva 42 salan li vê Almaniya yê dijîm û ji aliyê dînî ve jiyana li Almaniya gelekî ji ya welatê me xweştir e.

Bi Xwedê, ji ber tirsa tahdeya dînî a ku li welat li me dibû, me Êzdiyan ne dixwastin ku keçikên me li vê Almaniya jî herine dibistanan bixwînin.

Mînak:

Gava qîza min, di xwandina xwe ya li bajarê Celle de serkeftî derket, ewê xwast ku here li derveyî bajarê Celle xwandina xwe berdewam bike û got bavo, tû bizanîbe, eger ez heta vêga di nav bajarê Celle `ê de baş bûm, hinga ez herime devereke dinê jî, ezê dîsa wisa baş bim. Anjî gava ez ne baş bûma, min dikarî bû di vî wextê dibistana xwe a Celle`ê de jî ne başî bikirina. Ez dîsa jî hîna gelekî ditirsiyam û ez çûm bi çend camêrên mîna Mehmed Tolan û Hasan Yazgan re şêwirîm(wa şikir ew jî hêja saxin..) . Mala wan ava, ewan jî piştgirî da xwandina qîza min.

Vêca bi Xwedê, eger em li welatê xwe bûna wê zaroken me Êzdiyan jî, wekî me nikarîbûna di nav welatê xwe da bixwînin û ewê jî bindest bûna. Êdî, ji ber gelek egeren weha dêjim, jiyana li Almaniya yê gelekî ji ya welatê me xweştir e.

Xalê Ahmed, tû ji zarokên xwe memnûnî, ew li te dipirsin, bi ser te ve diçin û tên?

  • Belê el hem dila , zaruyên min tev zewicîne. Her yekê ji wan xwediyê pêşeyekî ne. Rewşa tevan jî baş e. Ez ji tevan jî gelekî memnûn im, tev jî tên li halwextê min û diya xwe dipirsin û gava em bixwazin bi me ra alîkarî dikin. Ji xwe li goriya baweriya me, gava ku zarokên min ne baş bin , divê ez xwe ji Xwedayê xwe nekim û bejim, ew ne başin û guhnê wan jî ne xime stuyê xwe..

Xalê Ahmed li gor dîdina te, tû yê heta çiqasî li vî welatê Almaniya bimînî anjî tû dixwazî rojekê bi temamî vegerî welatê xwe?

  • Bi Xwedê, vegera ku em vegerine welat hêja ne xwanêye, çûnkî welatê me niha xirabuye û kesekî me li welat ne maye.

Încar kîjana qenc be, bila Xwedê û xasên Êzdiyan ji me Êzdiyan ra bişînin. Em Êzdî gelekî rebenin û welahî nakeve serê min ku em rojekê bitevayî vegerine welat. Di dinayê de kesekî weke me Êzdiyan bê welat û hêjar ne mane. Eger ez vêga vegerim, ka ezê herime kuderê? Cîh û milkê me yê ku li Batranê hebû, xelqê ew jî ji me standine û êdî ne yê me ye.

Xalê Ahmed, tû bawerdikî gava meriv li xerîbiyê be, meriv zêdetir nexweṣ dibe ?

  • Welehî gava ku li welatê meriv azadî hebe û tahdeyî li kesayeta meriv nebe, meriv tenê wê axa welatê xwe bixo, dîsa jî ji derketina xeribiyê çêtire. Rojek ji jiyana li welat, beramberî ya meheke vê xerîbiyê ye.

Xalê Ahmed, çi ji jiyana welat a xweş têye bîra te û te herî zahf bêriya çî welat kiriye?

  • Hewa, ax, av , nan…. hima her tiştê jiyana welatê me xweşe û tev jî ji bîra min naçin. Lê ez çibikim jê, aramî û azadiya li vî welatê Almaniya li ser wê ax, av û nanê li weltaê me ye tûne. Lewma jî em li vî welatî mane.

Welehî aveke ku jêra dêjin, kaniya kevir li gundê Baximzê heye, ku meriv di vê germaya nîvê havînê de zebeş berde nave, wê ew zebeşê ji ber cimidandina avê bive tûzî, tûzî û şeq. A ev av tûcarî ji bîra min na çe û ez vêga jî bêriya wê avê dikim.

Xalê Ahmed, mesele tû niha vegerî welatê xwe, tû çi dixwazî li welatê te hebe û tû çi dixwazî bikî ?

  • Ne min got, ji min be ku di welatê min de zilmî tûne be , aramî-azadiya kesayatiya endamên her civak ligoriya bîr û baweriya wan hebe .

Kemal Tolan


Agahiyên di Hevpeyvîna ku min, Sebriyê Heso û keçxala min Fedoya Mecîd amade kiriye , wê berdewam bike….

 

 

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة