Home | NÛÇE |

RÊKEVTINEK DI NAVBERA ZANKOYA SELAHEDDÎN Û INSTITUTA ZIMAN Û REWŞENBÎRÎYA ROJHILAT DE HAT MUHRKIRIN

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Ev rêkevtina han bi sexbêrîya (ri`ayeta)

Ev rêkevtina han bi sexbêrîya (ri`ayeta) serokê parliyamenta herêma kurdistanê hat muhrkirin û rêkevtineka perwerdeyî ye.


Ev instituta han jî Fransayî ye û di nava dêrendazên muhrkirina evê rêkevtinnameyê de, cihgira konsulê giştîyê Fransa yê li Hewlêrê Moriyel Pwaro, serokê komîteya perwerdeyê û fêrkirinê û endamên evê komîteyê jî amade bûbûn.

Di nava evan dêrendazan de, serokê parliyamenta herêma kurdistanê şadbûna xwe da nîşandan û ragihand, ku ev rêkevtina han derencama kar û pîkolên serokê berê yê parliyamenta herêma kurdistanê Ednan Muftî ye.

Li angora evê rêkevtinnameyê jî, dê xwendevanên Fransa di hemû qonaxên Bakaloriyus, Master û Doktora de, beşekî lêkolînên xwe li zankoya Selaheddîn encam bidin. Herweha, dê serperiştyar û kursîyên xwendinê yên zankoya Selaheddîn jî, ji alîyê evê institutê ve bihên berdestkirin.

  • email Email to a friend
  • print Print version