Home | NÛÇE |

PIRRANÎYA WELATÊN EWROPA WEHA DIDIN NÎŞANDAN KU DÊ SALA 2010 SALEKA DIJWAR BE

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Şîretkara Almaniyayî

Şîretkara Almaniyayî Angela Merkel, peyamek bi boneya serê salê pêşkêş kir û tê de da xuyakirin, ku divê Almaniya di sala 2010 de xwe ji dijwarîyan re amade bike.


Li angora evê nûçeya radiyoya DW ya Almaniyayî, Angela Merkel di evê peyama xwe de gotiye, ku dê sala 2010 saleka çerenivissaz be û dê ji bo pirsa aborî jî gelek giring be.

Angela Merkel got: di sala bihê de, berî ku pirs û arêşe ber bi çareserbûnê ve biçin, dê bêtir bibin.. belê em dê pîkolan bikin, da ku krîza aborî nemîne.

Berpirsên pirranîya welatên Ewropa weha didin nîşandan, ku dê sala 2010 ji ber du egeran çarenivîssaz be. Egerê yekem nemana krîza aborî ye û egerê duyem çareserkirina krîzên navdewletî ye.

  • email Email to a friend
  • print Print version