Home | NÛÇE |

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ Û SEROKÊ IRAQÊ SERSALA NÛ LI HEVDU PÎROZ KIRIN

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Bi boneya hatina serê sala nû, serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqa federal Celal Talebanî, pîrozbayî li hevdu kirin û daxwaza saxî û selametîyê ji hevdu re kirin.


Serokê herêma kurdistanê û serokê Iraqa federal hêvî jî xweztin, ku sala nû sala xweşî û asûdeyîya gelê kurdistanê, Iraqê û cîhanê be.

Serokê herêma kurdistanê û serokê Iraqê daxwaz jî kirin, ku biratî û jîyana bi hev re ya nava gelê kurdistanê kûrtir û xurttir bibin û armancên gelê kurd pêk bihên.

Serokê herêma kurdistanê û serokê Iraqê weha jî daxwaz kirin, ku herêma kurdistanê û Iraqê ber bi pêş ve biçin û şadî û xweşî li hemû cihan belav bibin.

  • email Email to a friend
  • print Print version