Home | NÛÇE |

RAFI` ÎSAWÎ: HEGER HÊZÊN HEVPIŞK LI MÛSILÊ BELAV BIBIN DÊ PÊŞMERGE VEBIKIŞIN

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Di bareya belavkirina hêzên hevpişkên Iraqî-Kurdî-Amerîkayî de, cihgirê serokê wezîrên Iraqê Rafi` Îsawî got, ku heger ev hêzana li deverên arêşdarên Mûsilê belav bibin, dê hêzên pêşmerge ji ewan deveran vebikişin.


Rafi` Îsawî roja çarşemba derbasbûyî jî serdana bajêrê Mûsilê kir, da ku berpirsên lîsta Hedba razî bike û ew hêzana li deverên arêşedarên Mûsilê bihên belavkirin.

Rafi` Îsawî di evê bareyê de got, ku belavkirina evan hêzan pêngava yekem ji bo vekişîna hêzên pêşmerge peyda dike û dê pêşmerge li ewan deveran nemînin.

Di beşekî dinê evê bêjedana xwe de Rafi` Îsawî da xuyakirin, ku ew sozê didin xelkên Mûsilê, ku ew dê heta 14.000 kesan ji xelkê bajêrê Mûsilê, di nava hêzên asayişa Iraqê de bi cih bikin.

  • email Email to a friend
  • print Print version