EBDURREHÎM ŞEMMERÎ: EM NERAZÎ NE KU HÊZÊN HEVPIŞK LI MÛSILÊ HEBIN
Hukûmeta Iraqê neşiya (nekarî) lîsta Hedba ya Mûsilê razî bike, ku hêzên hevpişkên Iraqî-Kurdî-Amerîkayî li deverên arêşedar bi cih bibin. Berpirsên lîsta Hedba gotin, ku heger hukûmeta Iraqê pestanê (zextê) jî bixe ser wan, ew dê xwe li dadgeha federal bigirin û evê pirsê bi rêya dadgeha federal çareser bikin. Hukûmeta Iraqê jî di evê dawîyê de cihgirê serokê wezîrên Iraqê Rafi` Îsawî û wezîrê asayişa niştimanî Şêrwan Wa`ilî şand Mûsilê, da ku berpirsên lîsta Hedba razî bikin. Hukûmeta Iraqê dixwaze lîsta Hedba razî bike, da ku ew hêzên hevpişk li deverên arêşedarên bajêrê Mûsilê belav bibin û ji bo evê mebestê jî, kombûnek di navbera şandeya Baxdadê û berpirsên Hedba de çê bû. Belê ev kombûna han bê encam bû û berpirsên lîsta Hedba dan xuyakirin, ku ew li dijî evê prosesê ne. Serokê komîteya asayişê û bergirîyê ya encûmena parêzgeha Mûsilê Ebdurrehîm Şemmerî jî di evê bareyê de got: heger hukûmeta Iraqê pestanê bixe ser me û her bixwaze ku em bi evê prosesê razî bin, em dê xwe li dadgeha federal bigirin, da ku ew evê pirsê çareser bike.. em nerazî ne ku ev hêzên hevpişk li Mûsilê hebin.
Li angora evê nûçeya rojnameya Elheyat, lîsta Hedba naxwaze hêzên hevpişkên Iraqî-Kurdî-Amerîkayî li deverên bajêrê Mûsilê belav bibin û li dijî evê prosesê ne.
- Vexwendin (Dawetname)
- Xûshk û birayên hêja, .... Fettah Timar
- Einladung zum Carsema Sor Fest im Yezidischen Forum / Eyda Carsema Sor
- Wir laden Sie herzlich zur unseres Neuen Jahrs
- BONDA KIRRÎNA KEHREBAYÊ JI DUHOKÊ RE HAT NÛKIRIN
- RÊKEVTINEK DI NAVBERA ZANKOYA SELAHEDDÎN Û INSTITUTA ZIMAN Û REWŞENBÎRÎYA ROJHILAT DE HAT MUHRKIRIN
- PIRRANÎYA WELATÊN EWROPA WEHA DIDIN NÎŞANDAN KU DÊ SALA 2010 SALEKA DIJWAR BE
- SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ Û SEROKÊ IRAQÊ SERSALA NÛ LI HEVDU PÎROZ KIRIN
- RAFI` ÎSAWÎ: HEGER HÊZÊN HEVPIŞK LI MÛSILÊ BELAV BIBIN DÊ PÊŞMERGE VEBIKIŞIN
- EBDURREHÎM ŞEMMERÎ: EM NERAZÎ NE KU HÊZÊN HEVPIŞK LI MÛSILÊ HEBIN


