Pîrozbahiya 8 ê avdarê ... Boniye - suad Cegerxwîn

Font size: Decrease font Enlarge font

8ê avdarê li jinên cîhanê bi tevahî û li jinên Kurdistanê bi taybetî pîrozbe .Her sal jinên cîhanê li her derî cejna navneteweyî ya jina di 8ê avdarê de pîroz dikin ,ji ber ku pirseke hempar û giring teva dicivîne û sînoran derbasdike ,azadî û wekhevî armanca jina bi giştî ye, îdî ji bo me jî, em jinên kurd ne tenê cejn û şahiye , ne tenê pirsa wekheviya civakiye,lê belê kar û xebateke tunde ,raperîne ,soz û biryare ,bîranîne . Bi sala ye ku gelê Kurd wek hemî gelên bindest ji bo bidestxistina mafê xwe yê netewî kar û xebateke tund dike ,astengan derbasdike,qurbanan datîne , bi taybetî di vê mehê de gelek seretên nexweş bi ser gelê me de hatine,dilê dayikan êşandine,malbatên me xemgîn kirine, tekoşîna gelê me dijwar û berfirehe, her û ha berdewame , ji lewra karê me jî,em jinên Kurd karekî duqate, tekoşîneke tund û girane ,em hem wek netew bindestin her wek cins jî em bindestin ,ji gelek mafên xwe yê mirovî bê par mane ,di civaka Kurda de cihê me pir tenge ,gotina me nayê bihîstin ,dengê me jî dernakeve .bela cejna 8ê avdarê soza me jinên kurda be, ji xebateke hempar re ,bi nasnameyeke serbixwe,ji bo wekheviya civakî û azadiya netewî silav ji hemû pakrewanên qehreman re .Silav ji hemû jinên cîhanê re ,ji jinên kurda re kû kar û xebatê ji bo pirsa jina , dikin, çi bi rêxistin û çi bê rêxistin ,silav ji hemû jinên welatê me re , çi li mal û çi li kar û yên li nav pez û rezan ,li ber tenûran ,li ber dergûşan ,li serê çiyan ,li girtîxanan .Ez cejna teva ji dil û can pîroz dikim ,hêvîdarim kû jin li pirsa xwe xwedî derkevin ,ji ber kû em bêhtir ji nîvê civatê ne, divê em xwe bi hêz û xurt bikin da civata me bi tevahî pêşkeve ,wê demê em berpirsiyariya xwe bi cî tînin,li hêviya rojeke azad û demokratîk ,demeke geş ,civateke pêşketî ku herkes tê de karibî xwe pêşxîne û armancên xwe bi cî bînî bê ku li gor nasnama xwe bê dadkirin .

  • email Email to a friend
  • print Print version