di Şeva min de sitêrek ... Beşîrê Mele

Font size: Decrease font Enlarge font

  Dilkêşa şevên dirêj bi êşin

Nalînê evîndaran dibêjin

Bizanîba çiqas rondik ji bo we

Di dilê çavên xwe de ez dibrêjim

Felekê nîgar di dill de badaye

şuwîna we di çavê min de xwiyaye

we  jîna xwe kir goriya hişê kor

tovê işqa we veşîn  û  giyaye

li ber  bejna weyî  agirê bala

çar şemalan ronak ji we vedaye

hûnin Bilbila Gula  perîşan

sitrana we li ber qehrê rijyaye

gula sipî lêv sor û dilî kal e

bê pêjnî axîn û qîr û hewar e

ne tenê Bêstûn Zagros Qendîl kola

Afrodet e Nîsaba û Eştar e…

vê yarê xwe kuştî  û dil dibê ka

bese Şêrîn mirî ev çi bazar e !

Barana lêv ternik hetî ber derî

ji xem rabe dilo aqil bik dar e

  • email Email to a friend
  • print Print version