Stranê ez girtim
ez
şagirdê nû ê jiyanê bûm
bi awirên evînê
evîndarên stêra sibe bûm
li ber barîna rondikên bêdeng
ez birime kuştinê
li wir
fêrî berxwedanê bûm
barê şev û rojên min êş bû
hovîtiya li cîhanê heyî
min li wir dît
Kirinên
mirov newêrê xeyal bikê
bi min kirin
dengê xwedayê mirinê
li wir hate min
tiştekî min nebû
ez aştiyê fêrî wan bikim
ne ziman hene wir bînine ziman
û ne peyv têra gotinê dikin
bedena min
di bin xirbihên dîrokê de ditevizî
mîna bûka xwe winda kirî
Kevoka Amed dilerizî
bi kurtepista
kurtdengan min gazî dikir
li nêzîkî dengê mirinê
li benda çirûskê bûm
min li giriyê xwedewendên tawanbar
û li barîna berfê guhdar dikir
çavên rojê
bi şevên min girêda bûn
û bi desmala reş çavên çûkan
daristan
bi ewran şîlo kiribûn
agirê welatê hêviyê vemirandibûn
strana serhildanê
di wê çalakor de ez girtim
û bi ken
min çavên xemginiyê deranî
roja din
silavên wêrek tijî ronî kirin
dilên çiyayên welatê min
20.04.2010=17.05.2010


