LÊ LÊ ESMERA ÇAVŞÎN .... Xizan Shîlan
dergehên keleha sîng û berê xwe
ji stûxwariya lome
û gazinên min re veke
ez
li ser mîndera qedîfe
ya koşka bejn û bala te
rûnim
nameya kurteçîroka xwe
diyarî neynika odeya te
ya diltenik bikim
were
bi saya derenceya
dermanê awirên melûl
dakeve nav kerba hinavên
jiyana rojên min
lê lê xatûnê
li welatên xerîbiyê
li dûrî te
li koçberiyê
li kolanên bajarê sêwî
di kelejana tenetiyê de
mîna mecnûnan digerim
lê lê sîngsedefê
rengê nale nala axînên min
çîlspî ye
rengê perdeya bextewariyê
reştarî ye
baskên lorîna xewa şevan
şikestin
çûkên xewn û xeyalên şîrîn
li asîmana giyanê piştxûz
êdî nafirin
lê lê gerdenzêrê
min
berê qibleya duayên xwe
li nav toz û dûmanan
di şopa gera sînorên te de
winda kir
ji henasa qêrîna gewriyê
bêhna axa sirgûnê
difûre
karwanê evîna çola sehrayê
di bendewariya germa qijqijî de
westiya
katjimêra zendê demsalên têkçûyî
rawestiya
lê lê rindê
yasemîn û nesrîna bêrîkirinan
di hesreta tunebûna te de
reş girêdan
tofanên dema bêwijdan
li ber esaleta meşa gavên min
rêz û hurmet girtin
çokên bedenê perîşan
di sernermî û dilsoziya xwe de
kût û şerpeze bûn
li paytexta rezîl û riswa
tam û lezeta silavên beyanan
genî bûn
dîwarên qonaxa şevbihêrkên şad
herifîn
laşê ferhenga gotinên rût
cemidî
lê lê dilsafê
kilîda deriyê çarenûsa xopan
qet venebû
salnameya roja dayikbûna min
pir poşman e
ez dîsa
di bêçaretiya hestên xwekuştinê de
li zîndana êş û keservedena şevên xwe
vegerîm
dengê pêlên tirsa bayê xeşîm
di guhên bêxewiya nivînan de
wîzewîz e
Xizan Şîlan
2009-09-12
Stockholm


