(Dara çilawaz)

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Duyemîn dîwana nivîskarê kurd Edîb Çelkî belavbû


Elmanya – Ji Hesûn Cehwer :

Li 4.4. 2010 ê, ji belavkirnên êketya nivîskarên kurd tayê Duhokê, bi bergekê gelek ciwan û xemilandî û qewarekê navincî, di 222 rûpelan da (Dara çilawaz) ku navê duyemîn dîwana helbestên nivîskarê nasyarê kurd Edîb Çelkî ye, ji weşanxana Hawar li Duhokê derkeft û belavbû. Bergê dîwanê (Ku tabloyekî hunermenda şêwekar Xoşî Şewqî li sere) û rêkxistina hundirrî dîwanê, ji alî yê hunermendê zîrek û çalak Sittar Elî ve hatîye çêkirin. Ev dîwane ji destê rastê heta naverastê, bi tîpên (Pîtên) Aramî (ku hindek dibêjnê tîpên Erebî) û ji destê çepê heta naverastê bi tîpên Latînî (Anku : Bi her du tîpan di yek pertok da) hatiye çapkirin (Weşandin). Digel barahî yekî û çend nivîsên kurt, ev dîwane ji 40 textên stiranan (Yan bibêjîn : Çil helbestan) pêkhatîye, ku hemû jî bûyne stiran û belavbûyne. 19 hunermend (Ji hemû alî yê Kurdistanê û kurdên Rusya jî) di stirandina van textan da pişikdarin, bi vî rengî : Hunermend Hesen Şerîf 7 text, her yek ji hunrmendan Zekeriya û Mihabadê 6 text, hunermendê genc Diyarê Kurd 4 text, hunermend Ejder Wehbî 3 text û hunermendên mayîn jî her yekî yek text, wekî hunermendan Eyub Eli, Hanî, Omer Gundî, Natalya, Sîpan Xelat, Alîn, Alan Omer. Her wesa hunermendên genc Baxan, Herdî Selah, Loke, Salar, Heldêr û Reşîd Temer. Hindek ji wan textên bûyne stiranên gelek navdar evin : Beyta Laliş, Knya evînê, Dilber û Peyvên Azirî (H.Şerîf) Siroda Kurdistan, Têlînaz, Şahjina rojhelat û Bihara pîroz (Zekeriya) Karwanê pîroz, Taca bihara û bi çavên te min xwe naskir (Mihabad) Kanya jiyanê (E.Elî) Ji dûrya te (Hanî) Were peyman (Omer Gundî) Gerryam (Baxan) Aşiqim (Ejder Wehbî) û .. htd.

Hejî gotinê ye ku stirana Beyta Laliş bi rengekê sinkle hate belavkirin û li 8 meha êka sala 2006 ê, di êkemîn Festivala vidyo-kilîpên kurdî da li Zaxo, loka (Dereca) êkê û çendîn xelat wergirtin û bûye stirana yekê li ser her çar parên Kurdistanê. Her wesa Albuma 2004 ê ya hunermend Zekeriya, ku bi stirana (Têlînaz) navkir û 4 textên nivîskar Edîb Çelkî têda bûn, pitir ji 3 melyon dana jê hatine firotin (Li gorey serjimêrya kovareka aborî ya cîhanî, her wekî malperê Avesta kurd di demê xwe da belavkirî) ku eve jî nimreka hera bilinde di bazarê fstirana kurdî da. Textên dîwanê li gorey dîroka nivîsîna wan hatîne rêzbendkirin, ji bilî siroda Kurdistan, ku ya bûye sirodeka netewî û navdar û ji ber giringîya wê kefte serê dîwanê. Eve jî lîsta yan fehresta navên textên dîwanê ye :

Lîst- Fehrest :

1- Kurdistan – Şivanê Gare y

2- Peyman

3- Kanya evînê

4- Beyta Laliş

5- Postê vala – Suham

6- Dilber

7- Çaverême

8- Dîlane

9- Nêrgizan Xamtîrî

10 – Kanya jiyanê

11- Têlînaz

12- Şahjina rojhelatê

13- Karwanê pîroz

14- Bihara pîroz – Were esmer

15- Taca bihara

16- Şîrînê

17- Jînek nû

18- Perya çema

19- Xuzî min tu nedîtbay

20- Bi çavên te min xwe naskir

21- Kengî dê hêy ?

22- Barana eşqê

23- Peyvên azirî

24- Kengî dê min nasî ?

25- Nimra bi tinê

26- Deholên vala

27- Yasemîn

28- Nasnekirim

29- Wexera dûr

30- Ez kirme pir

31- Gerryam

32- Lê dayê

33- Narê

34- Welat

35- Aşiqim

36- Efsane

37- Dilwêran

38- Jîngeh

39- Ji dûrya te

40- Wekhevî.

Têbînî : Kesên vê dîwanê bixwazin, dikarin li cihê firotina pertokan (Pertokxanan) peydaken, her wesa ji bingehê êketya nivîskarên kurd tayê Duhokê. Li Ewropa û dervey welatî jî, bi rê ya vê telefona Elmanya û vê Emailê dikarin peydaken :

garahassan@hotmail.de

0049-1725809488

  • email Email to a friend
  • print Print version