Hewar .... Beşîrê mele

Font size: Decrease font Enlarge font

Agir bi deryan ket,

Çemek pêv çû

Berî bighêje

Zarokên erban vexarin

 

Sarinc


Di dilê xwe yî germ de

Ba dipijîne

Li hêvya vexwêrekî

Ji lêvên xwe yên merd

Rondikên qeşa girtî dibexşîne

 

Gur

Gurên çayê Cûdî û dalanper,

Jinên xwe ji xwe berdidin

Êdî nama goştê lawirên bê guneh bixwin

Ji dema ku li ekranê

Navbera du çeman temaşekirin !!!!!



  • email Email to a friend
  • print Print version