Home | Gutar |

Husoye Emin ... Şakroyê Xudoyê Miho li Almanyayê bi Konferansek hatebîranin

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 
25ê Gulan 2010/14:05

Li roja Şemya Buhurî di 22.05.2010’an da, KOMKAR-EU û Komela Endamê KOMKAR’ê
Hevaltî, Ji bo 80 Saliya ji Dayik Buyin û Bîranîna Dirokzanê Kurd yê bi nav û Deng û
qedirbilind, Rehmetî Prof. Şakroyê Xudoyê Miho Konferansek li Almanyayê di Bajarê
Bottropê da hate pêk anîn.

Husoyê Emîn / Dema Nu / Bottrop Di Konferansêda gelek Rewşenbîr, Akademisyên,
Sîyasetmedar û Şexsîyetên kurd ji Belçîka, Hollanda, Swêd, Almanya, Rusya û
Kurdistanê Beşdarî Konferansê bûn. Her ûsa 2 Lawên Rehmeti û Xwîşka wîjî di nava
beşdarvanada bun.

Konferans bi rêvabirya Birêz Fettah Tîmar û Şêx Zêdo Baedrî da hate pêşkêş kirin.

Konferansê bi axaftina Nîvîskar Şêx Zêdo Baedrî ya bo xêr hatin û deqeyek
rawestandina hurmetê ji bo hemû tekoşer û Şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.
Durajî Serokê KOMKAR’ê yê berîn Fettah Tîmar Armanc û Bernama Konferansê pêşkêşî
beşdarvanan kir û piştre ji bo pêşkêşkirina peyva wî Serokê KOMKAR-EU Bangî brêz
Kovan Amedî kir.

Serokê KOMKAR-EU Berrêz Kovan Amadî di axaftina xweda Ked û Emegê Prof.Şakroyê Xudo
pir bilin nirxand û got:” em çî biken nikarîn ĵi derheqa kar û xizmet û berhemên
zanistî yen Prof. Şakirê Xudo derbikevin” û piştî bîranînên xweya hevnasîna bi
Rehmetî, serfirazî ji ji beşdar û Konferansêra xwest.

Di pey Axaftina Kovan Amedî, Nîvîskarê Hêja û Hevnas û Hogirê Prof.Şakroyê Xudo
Wezîrê Eşo di derheqa jiyana ulimdarê Dîrokê, çalakî û zîrekîya wi û bê tawîz
parastina mafên Netewa Kurd û pîvanên ulimdaryê semînerek pêşkêş kir. Di nav
axaftinên xweda cîh da gelek nimuneyên gotar, nîvîsar û weşanên Nemir yên zanistî,
di derheqa tekoşîna Rizgarî û Azaya Kurdistanê û Dîrok, Enfal û jenosîdên li ser
gelê kurd da .

Nîvîskar Pîr Xidir Silêman li ser Seredana Dîrokzan ya li Başurê Kurdistanê û
Hevdîtin û têkilyên wî ye bi Sîyasetmedar û Rêvebirên Hukumeta Kurdistanê û
pêşnîyarî û dîtinên wi anîn zman.

Ji Enstîtuya Kurdî li Brukselê berrêz Heso Hurmî berê Mesaja Medenî Ferho li ser
navê Instutîyê pêşkêş kir, û durajî hizr û ramanên xwe anî zman. Berrêz Hurmî her
usa fînansekirina Hukumeta Kurdistanê ji bo Berdewama jîyana Rojnema Rîya Teze, ji
bo gîyanê Dîrokzanê Qedirbilin dîyarîya herî baştirîn nirxand.

Ji Beşdarên Konferansê fêrig faroq jî li Kurdistanê tesîra rola Dîrokzan ya li
derheqa Aştî,Sîyasî,Çandî û Zanistîda bi pesindar anî zman û got: “Emê hewl bidin kû
li Şêxan ser navê Ulimdarê bi Nav û Deng Şakroyê Xudo Festîvalek pêk bînin.

Helbestvanê Kurd yê Hizkirî Eskerê Boyîk jî di Konferanşeda li ser Malbata wî,
Zarotî û Perwerda wi sekinî û Dîtinyên Ulimdar di derheqa Ol û Netewayê da anîn zman
û wha berdewam kir: Li gor Ulimdar Kurd Netewekî pir Olîye. Ev realiîta gelê me ye.
Lê hinek oldar Olê pêş Netewê digrin, ev ne raste. Dibê oldarên Kurd Hurmete li
baweryên din nîşandin.Tu mafê Olekê nîne berjewendyên xwe li ser berjewenyen netewê
ra bigre.

Şagirtê Prof.Şakroyê Xudo Dr.Mihemed Zîna di axaftina xweda Qala serborî û bîranînên
xwe û asta têkilyên Prof. Sakro bi xwendevanên kurd û Şarezaya wi di zanyarya Dirokê
da anî zman û Dxwaza hemû berhemên Nemir kir.

Berrêz Şahab Dax li ser navê Mala Êzdîyan li Oldenburgê Spasye xwe ji bo Amadekirina
ve konferanse ji KOMKAR’ê ra pêşkêş kir û ji Hukumeta Kurdistanê daxwaz kir kû
zêdetirîn li Zana, Ulimdar, Rewşenbîr û nîvîskarên Kurd xwedî derkeve.

Di dawîya Konferansê da, Gelek beşdarvanan daxwaz û pêşnîyaryên xwe anîn zman.Wek
Nimune Çêkirina Hêykel ê Dîrokzanê Nemir li ber Dergehê kolêja Edebîyata Kurdî li
Kurdistanê, Wergerandina Berhemên wî bi zmanên din(Bîyanî) ê.Zêdeti zelel kirin a
jîyana Nemir.

Hêwceyî Gotînêye kû ev ji wan kesên Beşdarî Konferansê bibun evî: Nîvîskar û
Sîyasetmadar Yilmaz Çamli bel, KOMKAR hollandê Sîdar Bîngöl, serokê KOMKAR’ê yê
Berin Beko Topgîder, Nîvîskar Murat Daxdelen, Ji KOMJIN’ê Zerrîn Tek, Daroq Dasin
Faruk Beg ji Malbata Mîrên Êzdîya,Sedulah Berwari berpirsyarê Pdk li Bajarê
düsseldorf’ê, General Hisên meran, Nihad Mehmûd berpirsa ĵinên kurdistan li
Almaniya, Feremaz Xerîbo ĵi komela kaniya sipî,kamîran qasim –serokatiya bingeha
laliş, Serokê Komela KOMKAR-Duisburg’ê Kemal Yağcibulut, Rojnamevan Seyidxan Kurij,
Rojnamevan Sedat Karakaş û Rejisor û Şanoger Casimê Wezîr,

Herweya Ji gelek Rêxistin, Dezgah û Kerayetên Kurdperwer ji Mesaj ji bo Konferansê
hatibun Şandin.

Ekîba Ktv û kak liyas ĵi tv ya mala Êzidiyan li Oldenburg ,Azad Sîso ĵi Êzîda tv ji
beşdarî Konferansê bun .

Piştî nanxwarina xêratê Konferans bi awaki serketi berbi dawiyê çû.

  • email Email to a friend
  • print Print version