Home | Gutar |

Konferansa șakirê Xudo : Bîrhatin û Berhem ... Raport: Heso Hurmî

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Li roĵa șembî rêkeftî 22.05.2010 li baĵarê Bottrop li Almaniya konferansek rewșenbîrî li dor Prof, șakirê Xudo hate li darxistin, bi beșdariya gelek rewșenbîr û Ekadîmisyon û mediyakar ĵi Belçîka û Holinda û Siwêd û Almaniya û rusiya û ĵi kurdistanê ,zêdebarê kes û kar û xweșk û kurên xwedê ĵê razî șakirê xudo yê ku li 01.02.2007 li Moskow koca dawî yê  kirî.hêĵaye bêĵin ev konferans ĵi alyê Komkar-Eu ,komela Hevaltî li Bottrop hatibû organîze kirin, û kar û barên konferansî bi vî șêweyê li xwarî  derbas bûn.

Li despêkê  nivîskar șêx zêdo Baedrî bi xêr hatina amadebuyan kir û got fere em  deqîqekê li ser giyan cangorî yên kurdistanê bi sekenîn û ew kesên pîr bi șîr û mertalan û duhî bi luliya tivingê û îro bi qelemî șerê berevanyê kirin û diken û canê xwe kirîne qurban,li șonda xwest guhdariya çend kopleyên Beyta Laliș biken û li peyre rêda serokê Komela Hevaltî  Fetah Tîmar ku hinekî armanc û pirograma konferansî  anî ser ziman  û daxwaz ĵi berêz Kovan Amedî kir peyva komkarê pêșkêș bike û got ( em çî biken nikarîn ĵi derheqa kar û xizmet û berhemên zanistî yên Profîsor  șakirê Xudo derbikevîn ) û serferazî ĵi konferansî re xwest ,li peyre nivîskar Wezîrê Eșo semînarek pêșkêșkir û têda got(ĵiyana profîsor șakirê Miho ye teĵî bizav û çalakî û berhemên zanistî û dîrokê ye û pir xebat ĵi bașûrî kurdistanê ĵi kirin û li ser dirok û Enfal û cînosayda kurdan bi sedan gotar dayne weșandin).

Nivîskar Pîr xidir Sulêman hinekê li dor seredanên xwedê ĵê razî bo bașurî kurdistanê û perêzgeha laliș û hevdîtinên wî li gel sergirdên kurdistanê axfit  û pêșniyaz û ra û ditinên wî anîn ser ziman û çend wêne yen wî  ku li Kurdistanê hatbûne girtin nimayișdan,li peyre mediye kar Heso Hurmî mesaca berêz Derwêş Ferho serokê Enistûta Kurdî li Brukselê xwand û têda ronî xiste ser hevdîtin û  têkheliyên xwe û Prof șakirê xudo û rolê wî blind ragirt,li dumahîyê Mediyekar Heso got baștirîn dîyarî  pêșkêșî  giyanê xwedî  razî biken ,ku rojnama RYA TEZE  li Erminstanê wê ĵi layê Hikumeta Kurdistanê ve bê fînasekirin daku berdwami yê bi weșana xwe bide.

Parêzer Ferîq Faroq ĵi kurdistanê hatibû  rolê ekadîmîst șakirê xudo li ser astî siyasî ,çandî,zanistî  bilind nirxand û soz da ku hewil bide li șêxan festevalekî bi navî șakirê Xudo li darbêxin  . li peyre  Dr Eskerê Buyik   li dor zarokatî û ĵiyana wî a dibistanê bi dirîĵî axvit û amaĵe karî wî yên roĵnameyî li Rya Teze li salên sêhande  û bizav dikir ku netwa xwe bêxe di xizmeta dînê xwe (Êzîdiyatî) û kurdperwerî li cem wî li peyskên bilind da bû .

Nûnerê mala Êzîdiyan li Oldenburg kak șehab Dax di peyva xweda destxweșî li komkar û komela Hevaltî  ĵi bo li darxistina vî konferansî  û got( li vir ez daxwazê ĵi hikumeta Kurdistanê dikem ku zêdetir li zana, rewșenbîr ,nivîskar û  roĵnamevanên kurd xwedî derbikevin),li dawî yê Dr Mehemed Zîno ku șagirdê Prof șakirê  Xudo bû ,têkhelîyên wî bi xwendekarîn kurd ve așkira kir  û șarezaiya wî di biyava dîrokêda anî ser ziman û  got(xwedi kesatiyek bi hêz bû û pir  navdar bû  di qada navnetweyî  da) û pêșniyaz kir ku tev petrûkên wî ĵi layî senter û komelên kurdan ve bêne cemandin,li peyre Derhênerê sînemayê Casimê Wezîr li ser asteng û rêgirya dikeve pêșiya zanyarên kurda de  û prof șakirê Xudo kire nimûne.

 

Li dawyê dergehê dan û standinê û pêșniyazan ĵi amadebuyan re hate vekirin û van berêzan gotinên xwe anîn ser ziman ,nivîskar Mehemed Heyran (têkheliya dînî û netwe ya kurdî da

zelalkirin) ,nivîskar Kamil xwedêda (fere pirtukên pirofîsorî tev bêne wergerandin bo zimanê kurdî ,Erebî ),kak kamîran Qasim (rolekî mezin gêraye),feqîr șeref (fere peykerkî pirofîsorî  li ber dergehê kolîja Edebiyata kurdî li kurdistanê bê çêkrin),hozanvan Hesûn Cehwer(Jîyana wî zêdetir bê zelakirin).

Hêĵaye amaĵeyê bi hindek kesatiyên amadebûy konferansî bûn bidem mina berêzan (  Dasin Faroq beg ĵi malbata mîrên Êzidyan, se’dilah Berwarî bepirsyarê PDK li Duslidoorf ,cineral Hisên Meran ,Nihad Mehmûd berpirsa ĵinên kurdistanê li Almaniya ,Feremaz Xerîbo ĵi komela kaniya sipî,kamîran qasim –serokatiya bingeha laliș Almaniya,Salih omerî ĵi swêd   û micêwirê Baedrê û gelekên din ĵi, fere bêĵim ku çendeha name û mesacên piștevanî û destekê ĵi konferansî re hatin û  xwesteka  tevan ĵi serfirazî û sekeftina konferansî bûn min( lalîș senter-almaniya ,www.behzani.net.niviskar Kemal Tolan,kamîran xeyrî beg-perlemanterê Iraqê yê berê,Hazim Tehsîn beg-perlemanterê kurdistanê,Heso Nermo –qaymiqamê șêxan,nihad mehomd –yeketiya Afretên kurdistanê șaxê almaniya ).

Di warê ragehandinêda  akîba Ktv û  kak liyas ĵi tv ya mala Êzidiyan li Oldenburg ,Azad Sîso ĵi Êzîda tv ,malperên www.Behzanî.net. www.gundeme.ne ,….htd amadebûn û bikarê xwe rabûn.

Li dawyê ĵi dibêĵim konferans bi serktin bi dawî hat û șîv ĵi bo tev amadebuyan hatibû berhevkirin û dest xweșiyê li wan kesan diken ku ev qurban û xêr pêșkêșî giyanê pirofîsor șakirê xudo kirin, disan renc û keda  hêĵayan fetah Tîmar û șêx Zêdo Baedrî ĵi bo vî konferansî kêșayin hêĵayî hurmrt û sipasiyane.

  • email Email to a friend
  • print Print version