Home | Gutar |

Oxir be çûkên hêviyê .... Kamran simo Hedilî

Font size: Decrease font Enlarge font

 Hûn

hevalên hev

ên nûjînê bûn

Li bin awirên stêran

hûn rêwiyên

stêra sibe bûn

Hûn bûne pakrewanên welatê rojê. Oxir be ji we re û ji hemû hevalên we re.

Dardekirina we, wahşeta dewletên ku welatê we dagîrkirina nîşan dide. Ev hovîtiya ku Îranê kirî, mîneke bê dagîrkarên kurdistan li dijî kurdan çi hovin.

Şîrîn Elam Hulu, Ferzad Kemangar, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili û Mehdi Eslamiyan hûn di berbanga 10ê Gulana 2010 de ji aliyê dewleta Îranê, bi biryara ’’dadgehê’’ hatin dardekirin.

Ev ne cara pêşiya ku ev dewlatên dagîrkar qadro û welatparêzên kurd dikujin.

Berê jî gelek caran komkujiyên weke vê kiribûn. Niyata wan heye ku piştî vê jî, komkujiyên xwe berdawam bikin. Bi taybet dewlata Îranê di van salên dawî de ji bo ku peywendiyên xwe bi Tirkiyê re xweş bike, dardekirina kurdan ji xwe re kiriye pîşe. Berê Hasan Hikmet Demir, Fesih Yasemini û berî çend heyvan jî Ihsan Fetahiyan, kiribûna qurbanê van peywendiyên qirêj. Herweha bi dehan kesên din jî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne dardekirin.

Raya giştî ya van dewletan, li dijî vê hovîtiyê deng xwe dernedixin. Heta gelek caran weke mizgîniyê vê hovitiya ku li kurdan dibe pêşkêşî bîner û xwendevanên xwe dikin. Weke serkeftineke dîplomasî ya di navberî dewletên xwe de didine nîşandan.

Li aliyê din raya giştî ya cîhanê, ya ku xwe gelekî ‘‘mirovperwer û demokrat‘‘ didê nîşan jî, li vê qirkirina Kurdan dinêre û deng nake. Dema ku kurdbin yên têne kuştin mûyekî wan jî nalepitê. Lê dikarin bi dihan pogramên TV û bi dihan nivîsandina li ser ajaleke, firindeke, an jî li ser masiyekî birîndar çêbikin.

Peywendiyên dewletên wan yên leşkerî û Aborî wijdana wan jî kor kiriye. Ji bo berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û stratejîk ev dewlet û raya wan ya giştî dikarin bi dewletên dagîrkarên kurdistanê re bê kêşe rûnin û rabin.

Kevokên welatê tî yê azadiyê, cîhan li rondikên dayîkan nanêrê. Li hêz û berjewendiyê dinêrê.

Bê goman, ev siyaseta qirêj bi hevpeymanên di navbera Tirkiye, Îran û Suriyê de û di bin bêdengiyeke xerab ya Iraqê de têne meşandin.

Li Tirkiyê bi hezaran siyasetmedar û zarokên Kurdan têne girtin û zîndankirin.

Li nava kolanan li ber çavên xelkê mirov têne êşkencekirin.

Li ber kamaran ji bo ku polîs protesto kirine û kevir avêtine polîsan, destên zarokên kurdan têne şikandin.

Zarokên ku di dibîstanên asîmlekirinê de hatine komkirin, destdirêjiyê li wan dikin û wan dikujin.

Ez bawer dikim, eyer li welatekî din destdijêjî li zarokên du salî, sê salî werê kirin û werine kuştin, ev çapamîniyan ‘‘mirovperwer û demokrat‘‘ dê bi rojan li ser bûyarê sekinî bana. Lê mixabin di çavên van demoqrat û mirovperwerên sext de, çi bi kurdan bikin, kurdan ew haqkiriye.

Li Suriyê roj nîne ku Kurdan negirin û wan nekine zîndanê. An jî wan nerevênin û nekujin. Mîneke revandina Şêx Maşoqê Xeznewî yê ku di 01.06.2005an de revandin û kuştin. Tawanê Şêx Maşoq jî weke yê we li dijî zilma ku li kurdan dibe derketin û ji bo aramî were welatê kurdan dua kirin bû.

Li Suriyê, di bin zilma îdeolojiya nîjadparêsta Baasî de kurd têne kuştin û zîndan kirin.

Li Îranê qirkirina Kurdan di bin navê Îslamê de dibe.

Li Tirkiyê rejîma PanîslamiyaTirk bi tawanbarkirina terorîzmê kurdan dikujê û zîndan dike.

Gelê kurd ê ku mafên xwe yên herî demokratîk dixwaze ji aliyê van dewletên dagîrkar ve rûbirûyî qirkirina fizîkî, çandî ma ye.

Li hawîrdorê Kurdistan, kuştin, talan, êş û koçberî heye. Mirovên Kurd, zimanê kurdan û xwezaya kurdan di bin hovîtiyeke mezin de ye.

Li Kurdistan faşîzmeke dijwar a dagîrkaran li ser kar e û dinya jî, li vê hovîtiyê dinêre û bêdeng e.

Nijadperestên Tirk, Ereb û Fars di nav pêwendiyên qirêj de ne û li qirkirina gelê kurd digerin.

Kurd yekîtiya xwe çêkin, dê bi cîhanê bidine pejrandin ku wan ev hovîtî haq nekiriye.

Bi yekîtiya xwe, dê bi dagîrkarên kurdistanê bidine pejrandin ku ew nikarin kurdan qirbikin. Û bi yekîtiya xwe, dê xwe bigihînê armanca we pakrewanên welatê bê sinor.


Êdî girî bes e! Dema yekîtiyê ye.


Kamran simo Hedilî


11.05.2010

 

  • email Email to a friend
  • print Print version