Home | Gutar |

şivan Perwer, Pêşmergê Duhî û Evro!

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Balyuzê Hunera Kurdî şivan Perwer, duhî Pêşmerge bu ye û rola xwe gêra ye, evro jî azadî bi giştî û bi tayîbetî serbestî û azadiya Başurê Welat, pêşmerge bu ye hêza parastina gel, erkê duhî û evro bi goreyî nav her wek heve, lê erik hatiye lêkvekirin li ser çend şêwazan, belê Pêşmerge her parêzer û can dayê Gel, Niştiman û Welatê Kurdistane û Hunermendê navbirî jî bi sitranên xwe yên neteweyî û niştimanî mîna pêşmergeyekî xizmet daye, lewra ew pêşmerge ye yê duhî li serê çiya û yê evro bi şêwazê nû.
 
Hunermend me yê li cîhanê nav û deng û balyuzê Hunera Kurdî şivan Perwer, bi deng û rengê xwe li ser çiya, nav dul û nehalên welatê xwe û li kolan û bajêrên Ewropa û tev cîhanê, her dem pêşmerge bu ye û bi wê rê xizmeta gelê xwe kiriye. Evro hindek kes xwe bi Rojnamenivîs û Rewşenbîr di bînên, li ser ropelên rojname û nava malpera da, xwe li hember bazên şivan Perwer di helavên, lê ew baş dizanin ne niha û ne jî ta mirina xwe na gehijin çarêkek ji xebat û berxwedana Balyuzê Hunera Kurdî.
 
Ew Kesên me amaje pê kirîn, ku xwe bi Rewşenbîr û Rojnamenivîs dizanin, dixwazin Balyuzê Hunera me li ber çavê me bidin kêmkirin yan navê wî bi pênusên xwe yên ne di xizmeta gel û neteweya me da reş bikin, lê bila bash bizanin ku kesên berniyas û bi nav û deng bi gotinek yan nivîsekê kêmiyas na be yan hejêkerên xwe ji dest nade.
 
Ez ji wan kesa ra dibêjim " Hîvî dikim pênusên xwe bu xizmeta Gel û Niştimanê xwe bikar bînin " Êdî di xizmeta dujmin û dujminkara da ne bin.
 
Dema mirov navê kesekê berniyas û xizmetkar di nivîsekê da yan jî di civatekê da di îne, mirov yekser bi peyîvên mîna ( Rêzdar, Birêz, Hêja, Heval û ,,,, htd ) destpê dike û navê wî/ê kesî/ê di bêje, kesek mîna Hunermendê Mezin şivan Perwer kort biket û tenha bi ( şivan ) wî bide nivîsînê, bi hizra min eve bê rewiştiya mirovî ye, eger Hêja şivan Perwer Balyuzê Hunera Kurdî ye û xwediyê Xelata Zêrîn ye ya Bavê Nemir Mustefa Barzanî ( xwedê jê razî be ) û xwedî rêzek tayîbete def Serokê Kurdistan´ê birêz Mes´u d Barzanî, wî demî da eger mirov xwe xemxur dibîne def KRG û Desthelatdariya Herêma Başurê Welat, divêt mirov van rêza ji bîr nekit, belê mirov çend bêje, dê her kese her mîna xwe kin, ji berku kirê girtiyên dujminin.
 
Êdî bila bes bît, pênusê we yê kirê girtî bît bu Dujmina!..............
 
 
Armanc Egîd Nêrweyî
  25.04.2010 Köln

  • email Email to a friend
  • print Print version