Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re !
Ez û Peşmerge ti car nikanin û nabe li hevdu ixanet bikin.
Tevaya Cihanê dizane ku em dozdar û xizmetkarê welatê xwe ne.
Peşmerge di stranên min de herdem bûne reml û hêvîya azadî û
Parastina Welat û Gel. Û ez ji di doza peşmerge de bûme Strana bilindiya
rewan û raman.
Em bûne yek Can û yek daxwazi.
Min li Konsêra Berlîne li 23.04.2010 yariyek ( henek ) îronîk kiribû.
Lê kesên zikreşên ji dijmin pîstir, bi nêtxirab gerandin . Lê bila zikreş,
xwefiroş û dijminên min û pêşmerge baş bizanibin ku ti car nikanin bingeha xizmeta
me bilerizînin û nêvbêra me lihev bidin.
Bila baş bizanibin ku çendi şerê me bikin dê ewê wenda bikin. Ji ber ku rastiya me
hilber û berhemê xwe daye. Hevîdarim dilê hezkiriyên me neêşe. Û bila
şerê kurmên ji darê û dijminan li hemberê me qebûl nekin û wan dervedar û şermezar bikin.
Bê gumane ku ez ji dil, ji gel, welat û pêşmergeyên me hez dikim.
Rêz û Aştî /
Sivan Perwer
- Husoye Emin ... Şakroyê Xudoyê Miho li Almanyayê bi Konferansek hatebîranin
- Konferansa șakirê Xudo : Bîrhatin û Berhem ... Raport: Heso Hurmî
- Ji bo amadekirina fîlma dengbêj Mişoyê Bekebûrê bibin alîkar!
- Oxir be çûkên hêviyê .... Kamran simo Hedilî
- şivan Perwer, Pêşmergê Duhî û Evro!
- Di 112 Salvegera Rojnamegeriya Kurdistanî De
- Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re !
- weşanên nû
- Daxoyaniya Hunermend CANÊ
- Çawa emê zarokê xwe perwerde bikin


