Home | Gutar |

weşanên nû

Font size: Decrease font Enlarge font
image

kitêba şeşemîn ya nivêskarê genc Kovan Xankî derheq rexneya edebiya kurdî dihêt weşandin

 

araz xêravayî

Kitêbeka nû ya nivîskarê genc Kovan Xankî ku kitêba wî ya şeşemîne derheqa rexneya edebiya kurdî bi navê "kaxezên rexneyî, xwendinên pêkhateyî – sîmantîkîne ji bo çend tekstekên edebî" li Dihok/ Kurdistanê hat weşandin.

Ev kitêb "175" peran dinava xwe de himbêz dike, qebarê kitêbê navîne, herwisa tayp, derhênana honerî û berg ji bal nivîskarî bi xwe hatine çêkirin.

Nivêskar kovan xankî vê kitêba xwe dike diyarî bo:

 

-         derwêş qatanî.

-         Konfiransê şexsiyet, rêveber û mêrxasên êzdiyan li elmaniya.

-         Xwendekar û mamostayên ziman û edebiyata kurdî li her qulçeka dinyayê.

-         Xwendevanan re.

 

dinava vê kitêbê da çend lêkolînên rexneyî derheqa tekstên cor bi cor de hene, bi vî rengî:

 

1.      ber bi şirovekirina edebê dînê êzdiyan, xwendineka pêkhateyî – teknîkî bo "Qewlê Behra" yê "Derwêş Qatanî".

2.      Şi'ra "şi'rêkî zor dirêj bo daykim" ya "Dr. Ferhad Pîrbal" di xwendineka şirovekarî – rexneyî da.

3.      Tekistê "şerabî spî" yê "Barîkan îsma'îlî" di lêkolîneka formalîstî – sîmantîkî da.

4.      Wêneyê regezê nêr di şi'ra şa'rên mê da, bi piraktîzekirina nimûneyên şi'rî yên "23" şa'rên kurd.

5.      Serederiya pirofîsor "Bedirxan Sindî" bi xalbendiyê re, bi piraktîzekirina nimûneyên şi'rî ji dîwana wî: " hozanvanê gundê perîxanê".

6.      Rengvedana qehremanên êzdiyan di şi'ra kurdî da.

 

Mamuste " Ebdul Xaliq Sultan" di pêşgotina vê kitêbê da di bêje:"dema min pirtoka "kaxezên rexneyî" ya "Kovan Xankî" xwendî bo min çend xal diyar bûn:

 

1.      vejandina kilturê êzdiyatiyê bi şêweyek rexneyî yê ciwan û bi zimanekê serdemane ku piraniya xwendevanan dê mifayê jê wergirin bi taybet demê bi hûrî "Qewlê Behra" yê "Derwêşê Qatanî" şirove dikit û hemî îdyem û têgehên wî bi şêweyekê sade didit xuyakirin.

2.      giringîdan bi mêtoda bunyadgerî ji bo şirovekirina babetên xwe û mifa wergirtin ji wan mêtodên din yên edebî her yek bi çendiyekê û bi rêjeyekê.

 

Dîsan mamuste Sultan dibêje:" di vê pirtokê da "Kovan" kariye bi şêweyekê serkeftiyane ew ramanên li pişt peyv û risteyan bidit eşkerekirin, zêdebarî diyarkirina gelek boçonên kesokî ku nivîskar bi şiyanên xwe yên hizrî û alavên edebî û ekademî gehiştiyê, bi dîtina min eve karekê zor ciwane û pêdvî mandîbûneka hizrî ya kûre û giroveye ku "Kovan" xudan mêşkekê karaye û piraniya aliyên helbestê di xûnit her ji aliyê şêwaz û forim û heta di gehte naverokê, her wisa bi wêrekî xwe li helbesta jinê kiriye xudan û şîyaye xwe di nava cîhana wan da berdet û bo

xwendevanî nihêniyên regezê mê bidete xuyakirin bi taybetî demê li ser helbesta helbestvana mê Tirîfe Doskî di rawestît.

Dîsan bi dîtna mamuste Ebdulxalq çelengiya xudanê kitêba "kaxezên rexneyî" di gotara li ser helbesta Dr. Ferhad Pîrbal nivîsî diyar dibit ji ber ku helbesta wî bi tenê ji dû peyvan pêkhatiye, lê nivêskar şiyaye gotareka têr û tesel li ser binivêsît.

Dûbare dê bêjim mifayê vê kitêbê di dû xalên serekî daye; ya êkê: di zindîkirina edebiyat û kiltûrê êzdiyan daye. Ya din; di piraktîzekirina giringtirîn rexneyên serdemane ku bi dîtina min eve pêngaveka girine di biyavê rexneya edebî da li devera behdînan ku ta niho ev mêtodên he bi vî rengê piraktîkî ji nameyên masterê derbaz nebûne.

 

Kovan Xankî: li sala 1981 li Parêzgeha Dihok/ kurdistanê ji dayik bûye, bi pileya zor başa bilind kulîja perwerdê, para ziman û edebê kurdî, li Zankoya Dihok timam kiriye û ji xwendekarên yekemîn bûye.

Herwisa berpirsiyaretiya para kurdî li rojnama dengê laliş, govara başîkê  û vîn ya zaroyan kiriye, bi dehan gotar û lêkolîn di rojname, govar û malperên internêtê da weşandine.

kitêba "kaxezên rexneyî" weke kitêba wî ya şeşemîn di hêt hijmartin, û berî vê kitêbê, nivîskarî ev kitêbên li xwarê weşandine:

 

1.      gotinên mezinan di hozana Cegerxwîn de, xwendinek ji bo tev dîwanên wî. (lêkolîn 2008).

2.      di rêya edeb û rexneya edebiya kurdî da, (komeka gotar û lêkolîna 2009).

3.      kartêkirina êzdiyatiyê li ser helbesta Cegerxwîn, lêkolîneke ji bo tev dîwanên wî. (lêkolîn 2009).

4.       bandora êzdiyatiyê li ser romana hawara Dicle ya Muhemed Uzun, (lêkolîn 2009).

5.      analîza qewlên êzdiyan, "di gel Dr. Xanna Omerxalî", (lêkolîn 2009).

  • email Email to a friend
  • print Print version