Home | Gutar |

Daxoyaniya Hunermend CANÊ

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Hunermend Canê, Malper û Xwediyê Avêsta Kurd bi daxoyaniyekê şermizar kirin!

Beriya çend roja di malpera
www.avestakurd.org da ya ku xwediyê wê Dilbxwîn Dara ye, li ser min
Nivîsek belav kiribu, ez jî eva li jêr wek bersivek bu xwediyê wê û hevalên wî didim.

Di Malpera we da Avêsta Kurd li dîroka 10 Nîsan 2010 şemî Saat 15:31 we nivîsek ser navê ( Bila haya te ji gotinên te hebe Canê! ) hate belav kirin, ev nivîs jî ji bê karî û betalî û dilgiraniya we derket holê.

Avêstakurd û tayîbet Xwediyê wê Dilbxwîn Dara pê li gelek tiştî dan, ji we ra dibêjim, eger ez ne derçoya Kolîja Muzîkê bim, erê xwediyê Avêsta derçoyê ku derê ye? Eger ne bi xêra PKK´ê baye û ragehandina wê, ne nav û ne jî dengê wî ne dibu, wê berovajiya karê wî yê niha li Kolanên Bonn´ê da 24 demjimêra geriya ba.

Birastî ez nizanim Avêsta Kurd çi ji min dixwaze, eger ku ne dost binm bila ne bin sitirî jî.

Hunermend Canê, xizmetkara gel û neteweya xwe ye, li Bakur dest pêkir, li Ewropa derketim, evro li Başurim, sibê li Rojhelat û Rojava me, bi hevra di jiyê mayî da dê her xizmetkara milletê xwe bim.

Hêjayan, beriya çendekê ji bu helbijartinên 07.03.10 ez li Başur bum, bu propagindeya Lîsta Kurdistan´ê, di ahengên ser sala Kurdî da ya sala 2710an ez li Bakurê welat bum, di 10.04.10 da ez tevî Konferansa jêr navê ( Türkiya di rêya Ewropa da ) li bajêrê Frankfurt´ê, 03.04.10 ji bu Pîroz kirina ser salê ez li Danîmarka bum, niha jî bernama Canê pire, li Ewropa û tayîbet Elmaniya çendîn şev û şahiyên Kurdî hene bi anehiya xwdê mezin emê tevî bibîn û pitir ji milletê xwe nêzîk bîn.

Ez ji milletim û ta mirinê xizmetkarim weke jineka kurd, evro li Ewropa sibê li Welat, serbilindim û ji kesî natirsim, çunkî xwedan dîrokim, bi devê hindek kesa CANÊ kêm nabe, Millet min nas dike, pêdviya min bi Avêsta Kurd û Xwediyê wê nîne, min agehdar û nesîhet bikin, ev çalikiyên min, bargiranî bu bû wan, nikaribun li jêr derbikevin, ew nivîs ser min belav kirin, ez ji we ne razîme û hîvîdarim ne bas ne jî xirab li ser Jina Kurd ( Canê ) êdî tist ne belav kin.
Xwediyê Avêsta Kurd, Arif Sag nas nake û tiştekî ji Dibistanên Muzîkê nizane.

Hêjayan, ji beriya 15 sala ta niha li ser Malpera min da hatiye nivîsandin û her kesê ketibîte nava malper da ew nivîs dîtîye, ku min di Kolîja Muzîkî ya Arif Sag da li Estenbul´ê xwendiye û ez pê serbilindim, ta niha ew li ku derê bun? Taze ji xwera Berçafk girtine û çune nava malpera min da û ew nivîs dîtine, yan jî li hindek cihên din dîtine û berovajî belav kirine, weku karê wan yê her dem.

Dîsa ez ji wan na girim, kêmasiyên zimanî cem wa hene, dikarin li Bonn´ê korsê Zimanê Kurdî bi bînin ji xwera.

Bedaxewe, heya niha Hunermend û Sitranbêja ji hev cuda nakin, pitir ji 20 sala ye ez di nava Muzîk û Hunera Kurdî da, min ked û xebat da ye, îro xwedî navekê me nava gelê xwe da, erê Gelo ji destpêka Sitran gotinê mirov dibe Behremend, paşra Sitran bêj, taku mirov bikarît di biwarê Hunerê da şehreza bît cihekî baş ji xwera bikit û bi bîte xwedî navê ( Hunermend ), Canê ji Serhed´ê ye, warê Dengbêjiya Kurdî, evro buye Hunermend, lê di çavê Avêsta Kurda hêşta Canê Sitranbêja destpêkê ye.

Hêjayan, ji 1988 ta 1991an ez li Estenbul´ê ( Aksara ) bum di Kolîja Mamosteyê Mezin Arif Sag da waneya Muzîkê digirt û yekemîn CD ya min jêr navê ( Rê Waye ) wan derxist li Studio ya xwe da Deng tomar kir.

Arif Sag Mamosteyekî mezine û bi nav û denge, ji ber hindê min wane ya Muzîkî li kolîja wî girt û ez pê serbilindim, Mamoste Arif Sag xwedî kolîjeka mezin û bi nave li nava Türkiyê da, gelek Hunermendên Kurd û Türk têda derketîne û fêrî Muzîkê bune bi hezaran şagir hebune û niha jî berdewame, lê mixabin Mediya Kurdî Hunermendên xwe biçuk dikin û berovajî wê Sitranbêjên Türk, Ereb û Biyanî mezin dikin.

Pêdvî ye Mediya Kurdî, ya hişyar bît, tayîbet yên ku di biwarê Hunera Kurdî da kar dikin, bila bi bashî û bi agehdarî çalakî û nûçeyan li ser Hunermend, Sitranbêj û Muzîkjenên Kurd belav bikin, helbet yên ku di biwarê Helbest nivîs, çîrok vehandin, awaz danan û her kesê di Hunerê da kar dikit.
Avêsta Kurd, çalakiyên min yên Meha Adarê belav kirîne? bersiv ne xêr.... belê tenha dixwastin dilê Canê bi êşînin, ne xêr hûn li mala xwe û Canê li Mala Gelê xwe.
Her Kes nikare xwe bikit Akadîmî yan Rojnamevan û xwedî malper, xelkê xwe ne xapînin, rastiya bi bêjin.

Li Dawiyê dibêjim " Mezin buna Canê, nava gelê wê da heye, ji ber hindê devê hindek kesa na yê girtin ".

Xizmetkara Hunera Kurdî
Canê 14. 04. 2010 Köln

  • email Email to a friend
  • print Print version