Home | Gutar |

Kurdên Bottropê bi Newroza xwe Bottrop şarandin

Font size: Decrease font Enlarge font
image

Zêdo Baadrî / 23.03 2010 Elmanya/Bottrop


Komela Civaka Dostanîya Elman û Kurdan (Geselschaft für deutsch-kurdische Freundschaft e.V.), bi kurtî “Hevaltî Bottrop”, di 21 Adara 2010 an da, li bajarê Bottropê ji bo Sersala Kurdan/Çejna Netewî şahiyek pêk anî. Di şahîyêda kurdên herçar perçên Kurdistanê beşdar bûn. Her usa kurdên kevne Sovyetê û yên Lubnanê jî beşdarî sahiyê bûn. Cîyê dilxoşiyê ye, ku bê gotin, isal Newroza Bottropê da hejmarek balkês ji kurdên Êzdî bûn. Her ûsa beşdarvanên partî û sazîyên Elman ji kêm nebûn.


Şahî bi pêşkêşvanyê kurdperwerê hêja Husoyê Emîn û xanim Rojîn Dağdeviren va destpêkir. Huso û Rojînê bi elmanî û kurdî li ser navê Komelê xêrhatinîya beşdaran kirin, bi kurtî çîroka Çejna gelê Kurd yê bindest ji bo beşdaran xûya kirin.


Şayîyê u ahengê bi Stranên Hunermend Rojhat û Koma wî va dest pêkir. Dura qulingê Serhedê , dengbêj Evdirehmanê Mûshî bi deng û awazên xwe, hemû beşdar vegerandin Kurdistana rengîn û serheda bav û kalan.

Piştî wê yekser hemû cemawer bi jin û zarok, qiz û xort, kal û pîr bazdane cîhê agir hilkirinê.

Dilê xwe bi hilkirina Agirê bav û kalan (Newrozê) germ û rehet kirin,Wê gavê bapîrê me Kawa dihat ber çavên me hemûyan.

li ber dahol û zirneyên Kurdan govendên şêxanî û pişt û berû gulşênî digerîyan. Saetekê zêdetir qîz û xortan, tevî hemû mêvanên elman dora êgir govend gerandin.


Piştî vê yekê, cemawer vegerîya salonê, lê vêcarê hindek bişkofên kurdan bi dengên xwe yê nazik û zelal, şagirtên mamosta Timar, yen ku li berdestê wî zimanê dayikê yê şirîn fêrdibin. Bo me sirûda Newrozê pêşkêşkirin.


Ahil û gencan bi kincên xwe yên renga-reng d şeva Newroze xemilandibûn û birastî bajarê Bottrop şarandin.

Koma hunermendê hêja Rojhat bernama xwe berdewam kir, hemû beşdar hanîn coşê. Cîwanekî ji Kurdistana Başûr bi navê Edman Baadre hate ser dîkayê û dengê kurdên Şêxanê bilind kir û kilamên xwe gotin.

Dawîyê da dengbêja cîwan bi dengê xwe yê zelal va beşdar carek din rakirin ser pîyan. Mizgînê bi sê zaravayên kurdî(Kurmancî, Zazaki û Soranî stran pêşkêş kirin.


Hejayi gotine ye ku, di gel beşdarbûna gelek Ronakbîr û Sîyasetmedarên Kurd û Elman her usa brusknama Serokê KOMKAR-Euro, Şaredarê Bottropê, Cîgirên Şaredar Berêz Ketzer û Löve, serokê dayra Kulturê berêz Wollek û çend dezgahên Sîyasî û civakî jî peyam ji bo Komîte ya amadekarya Newrozê şandibûn.


Partî, Rêxistin û Kesayetiyên bêşdarî Newroza Bottropê bibûn evîn:


Brêz Sadulla Berwarî (Berpirsê PDK-Başur yê herêma Düsseldorfê),

Mir Merdan Zedo Dawud Beg

Şêx Zedo Baadre,

Pêşmergê dêrîn Letif Baban,

Iso Seref – Bave Sakir,

Hito Mehmud Hewêri,

Eli Seydo Dinayi

Rojnamevan Hesen Qurij

Eli Ülbegi – Rêberîya Partîya Çep

Davut Timar

Pîro(Riza Katurman),

Kemal Yagcibulut(Serokê Komela KOMKAR Duisburg)

Nîvîskar û Sîyasetmedar Murad Dagdeviren,

Rojnamevan Seyidxan Kurij,

Mamoste Cahîd Kaplan,

Endamê Meclîsa Bajêr yê Partîya Çep Şahîn Aydin,

Jutta Fingsten – SPD

Kristopf Ferdinand/ Dieter Poltz- Partîya Çep

Dieter Pillath- Serokê dayra Koçberan

Frank Raphael- RAA

Xanim Schmitz - CDU


Bi rastî Germayî û coşa vê şahîyê mirov vegerande Kurdistanê. Lewma ji dil û miraz beşdarvanan bi hevra gotin: “bijît bijît Hevaltîya Kurd û Almanan” ( geselschaft für Deutsch-Kurdische freundschafts e.V ), bi kurtî “hevaltî Bottrop”.

U supasiyek germ arasteyî memdunenas mamosta Fettah Timar kirin, ku bi rastî hêzek kêm nimûne li cem heye û wextê xwe bi şev û roj xistîye xizmeta Kurd û Kurdistanîyan, ji bo razîkirina wîjdana xwe ya pak û xawên.


Heta NEWROZEKE din em û hûn çavbirêyên rizgarîya gelê xwe ne. Çi li Kerkûk û Şingal çi li Qamuşlo û Efrînê, çi li Mahabat û Qesr-i Şirînê çi li paytexta xewna kiçik û mezinên kurdan Amed û Dêrsim.

 

  • email Email to a friend
  • print Print version