Balyozên muzîk û stirana kurdî Di konsêrteka mezin da li Bajarê Wien – Nemsa
Rojnama (Kurier) :
Sê saeta kuçka konsêrta hijya û serbûra komkirina
muzîka kilasîka Ewropî û stiranên Asiya yên kurdî serkeft
Wien – Nemsa / Ji Edîb Çelkî :
Digel hindê ku çiya û deştên Ewropa bi kirasên stûrên spî xemilandîne û Ewropî dibêjin eve nêzîkî sîh sala ye çi berfên hosa nebarîne, ez û hevalên xwe bi tirumbêlê ber bi Wien (Viyenna) paytextê welatê Nemsa (Österisch) û paytextê muzîka kilsîka Ewropî keftîne rê. Daku li Konsêrteka dîrokî berhevbibîn, ew konsêrta muzîka wê ji alî yê danerê xandingeha muzîka hevçerxa kurdî û rêberê wê muzîkvanê kurd û cîhanî mamosta Dilşad M. Seîd ve hatiye berhevkirin. Ku dê digel tîpeka semfonî hête pêşkêşkirin û biryare hunermendê mezinê gelê kurd Şivan Perwer 12 stiranên xwe (ku 3 jê nû ne) têda bibêjît. Em bi rê dichûyn û keftime hizra êkemîn hevkariya hunerî ya muzîkvanê ereb Muhemed Ebdulwehab (1902-1991) digel mîra stirana erebî Umkelsum (1898-1975)ê hate bîra min, çaxê serokê wî serdemî yê welatê Misrê Cemal Ebdulnasir ew gehandîn hev stirana (Ente umrî) bûye êkemîn berkarê hevpişkê wan û li pey ra çendîn stiranên pirr bilind û xoşên Umkelsumê hatin afirandin (Mîna : Emel heyatî, Fekkeronî, Hazihî leyletî, E xeden elqak, Wedaretîl eyam û..htd.) ev hevkariye bi navê (Gehishtina hewran) hate navkirin. Ku ew jî êdyemeke û bo karên giran pirr zehmet bikatêt. Ev hevgehishtine li bajarê Qahîre paytextê Misrê li sala 1964 bû. Min dgote xwe : Aya ev ahenga Wien jî gehishtina hewra ye ? Raste ku berî niho jî hêjayan Dlişad û Şivan du karên hunerî bi hevra kirbûn (Albumên : Ya sitar 1995 û Hîvî 1999) lê ew li nav studyo yê bû, ne li ser şanoyê. Ji ber hindê eve êkemîn jî eve dê bîte êkemîn karê Orkestira-semfonî ku wan li ser depê şanoyê wan komketin.
Belê xandevanê hêja.. herdu hunermendên mezin : Dilşad M.Seîd (Danerê xandingeha muzîka hevçerxa kurdî û rêberê wê) û Şivan Perwer (Rêberê xandingeha stirana niştimanî ya kurdî) dê gehne êk di mezintirîn û giringtirîn konsêrta kurdî da li Ewropa, bi berhevbûna rêzdaran serokê komara Nemsa û serokê herêma Kurdistanê û gelek mêvanên giravî, ku li ser hatina wan agehdarbûm. Ezê di van hizran da û tirumbêla me nêzîkî sinorên Nemsa bû, ku bi nav sinorin u piştî geşbûna êketya Ewropî çi kontrol nînin. Hêdî hêdî em keftîne nav axa Nemsa û bi semta Wien keftîne rê. Herçende zincîra çiyayên Elib (ku bilindtirîn çiyane li Ewropa) di Nemsa ra dibûrît û li nav Siwîsra û Firensa bi dawî dihêt, lê me dît ku berfeka sivik li Nemsa barîye û ne wekî Almanyabû. Saet dehî şevê em gehiştîne Wien paîtextê muzîka kilasîka rojavayê û li hotêlekî nivistîn. Sipêda roja paştir me jivane digel ahenga dîrokî, lê çunkî ew dê saet heft û nîvî êvarî despêket, me bi delîve zanî seredana pêşmergekê dêrîn bikeyn, ku ji Kurdistanê hatiye Nemsa bo çarekirna nexoşiya xwe. Ew jî pêşmerge Mîrxan Mêrgesûrîye, kurê fermandê şehîd Mihemed Emîn Mîrxan, yê ku destê leşkirî yê barzanîyê rastê bû di şerên wî da digel leşkirên Îraqê u Îranê u karwanê dîrokîyê wî bo êketiya Sovyêta caran. Bi rêya kurê wî Huşyarî, me cihê wî peydakir û çûyn seredanê. Herdu kurên wî Rizgar u Nacî jî li cem bûn u rewşa wî ber bi başî diçû. Gelek keyfa wî hat û got : Vê seredana we nexoşya min ji bîra min bir. Êvarî, berî demê ahengê bi saet u nîva em çûyne koçka konsêrta (Konzert hauz) cihê ahengê, ku saleka geleka berfireh û ciwan û nexşandî bû. Belkî ew êke ji baştirîn û hêjatirîn holên taybettên konsêrta li Wien. Pitir ji du hizar kursîka têda ne û sê tebeq bû. Kom kom xelk dihat û pirsa kirîna bilîtan dikir, ku bihayê wan ji çil heta pêncî Euro ya bû û heta hingî bi riya Înternêtê nêzîkî du hizara hatibûne firotin. Bêguman rîjeya hera pitira berhevbûya ji xelkê Nemsa bû, lê hejmareka başa kurda jî (Li welatên Ewropa û li Kurdistanê jî) hatibûn. Li cihê vexarna qehwê em çûyne xizmeta serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesuod Barzanî, ku digel Rêzdar diktur Heinz Fischer serokê komara Nemsa qehwe vedxwar. Her wesan Rêzdaran Ehmed Turk Serokê Partî ya qedexekirî li Turkiya (D.T.P) û balyuzê Îraqê Tariq Akreyî û xanima wî Şirîn kitanî li wêrê bûn. Li hola çaverêkirinê jî, me gelek Siyasetmedar, hunermend û nivîskarên kurd dîtin, mîna hêjayan : Wezîrê rewşenbîrî di kabîna pêncê ya hikumeta herêma Kurdistanê da Felekedîn Kakeyî, Qutbedîn Ozer berpirsê tayê (K.D.P- bakor ) li Ewropa. Ji endamên perlemanê Turkiya jî rêzdaran :Aysel Tuglok ji (D:T:P), Dengir Mîrfirat u Gulşen Ourhan ji (A.K.P), Sîrrî Sakîk ji (B.D.T) û gelek kesên din. Bi rengekê giştî xelkekê rewşenbîr û muzîk u huner dost li wêrê kombibû.
Lê berî biçîne nav xalên pirogramê ahengê min divêt bibêjim ku piranya ew kurdên li ser vê ahengê nivîsîy tinê bi çavekê siyasî lê nêrîne û giringîyeka gelek kêm bi alî yê hunerî kirîne. Bêguman aliyê siyasî giringe û bêy nivîsîn û şirovekirin jî vê ahengê bi rengekeê otomatîk xizmeta doza kurdî kir. Lê ya giring ewe em li ser aliyê hunerî rawestîn û bizanîn hunermendên me çi afrandin di vê ahengê da kirîne, çunkî huner dînemoya vê ahengê bû û eger ew neba ev xelke nedihate vêrê. Cihê xoşhaliyê ye ku mîdiya ya Nemsa pîçekî li ser aliyê hunerî rawestiye û hindek rastî berçav kirin, ku li dawyê dê li ser rawestîn.
Hizra nûjenkirina sitrana kurdî (Bi taybetî ya fulkilorî) vedigerîte sala 1979ê, çaxê muzîkvan Dilşad Mihemed Seîdî Tîpa hunerî ya dihokê damezrandî. Ku ew hizir kefte karî û çendîn stiranên navdar û karên muzîkê jê derkeftin. Her wesa li sala 1995ê çaxê êkemîn albuma xwe ya muzîkê bi amîrê kemanê û bi awayê nû çêkirî, kenalê telefizyuna Nemsawî (O.R.f.) dîdarek digel muzîkvan Dilşadî da kir û têda got (Ez di hindirî muzîka xwe da pêkolê dikem ku pirekî li navbera muzîka rojavayê û ya kurdî-rojhelatê avakem) her diwê salê da hunermend Dilşadî muzîka albuma hunermend şivan perwerî (Ya sitar 1995) bi vî awayê nû çêkir. Bi hazirya hunermend Zahid Birîfkî, Dilşadî bo şivanî pêşniyar kir u gotê (Gelek başe ku tu karekê hosa rêkbêxî, da ku stiranên vê albuma xwe digel tîpeka semfonî li ser şanoyê pêşkêşkey, bi taybetî stirana : ya sitar) ku Dilşadî bi wî awayî berhefkirye, bi pişikdarya amîrekê muzîka rojhelatê, ku ew jî saz e. Dilşadî berhevya xwe bo bi cihanîna vî karî jêra xoya kir.
Wekî me gotî, muzîkvan Dilşadî bingehê vî pirojey (Avakirna pirekî li navbera muzîka rojhelatê u rojavayê) li Dihokê despêkir û dana û ew ahenga li bajarê Yêvle li bakorê welatê Swêd li meha du ya sala 2008 ê bo muzîkvan Dilşadî hatiye kirin, berê êkê bû, bo danana dîwarê vî pirojî.
Sal hatin u çûn u ev pêşniyara Dilşadî bo şivanî kirî, piştî 15 sala kefte karî, piştî tîpeka semfunî li Wien berhevya xwe bo pişikdarya vî pirojî diyar kirî, hunermend Dilşad di aliyê hunerî û muzîkê da – digel vê tîpê ronişt û li ser cihanîna pirojey rêkeftin, ku ew jî tîpa (Ensemble Wien Klang) e u ji 48 muzîkvana pêkhatîye. Bi pişikdarya tîpeka muzîka rojhelatê (9 muzîkvan) digel do korala jî, êkê rojavaîy (24 kes) û êkê rojhelatî (8 kes) daku eve hemû pêkve pişikdarî ahengê bibin û hunermend Şivan Perwer 12 stiranên xwe têda bibêjît, ku sê ji wan nû ne. Ev diwazde stirane, hunermend Dilşadî bo tîpa orkêstira semfonî danane û nivîsîne û di heyama sê mehan da timamkirîne, ku eve jî demekî kême bo vî karê aloz u pirr zehmet. Biryar bû hindek parçên nû yên muzîka xwe jî bo orkêstirayê berhevket, lê ji ber nebûna demî negehişt û dê çend parçên muzîka xwe ya ji mêje amadekirî, li vê ahengê pêşkêşket. Li dawiyê ev pêkole serkeftin û ev ahenge bi rengekê hêja û ciwan berhevbû.
Piştî hemû endamên tîpa semfonî (Ensemble Wien Klang) bi rêberya muzîkvanê nemsawî (bi resen Jugoslawî) Azis Sadikovic, digel tîpa rojhelatê u her du korala liser depê şanoyê rawestiyayn, piştî her kes di cihê xwe da roniştî û bêdengî yê sale vegirtî, di saet heft û çil û pênc deqîqe da, ji êvarya roja 30.1.2010 ê li bajarê Wien paytextê Nemsa konsêrta dîrokî despêkir bi :
1- parçe muzîka (Ji siroşa awazên kurdî)
Ji danana muzîkvan Dilşad M. Seîd, tîpa semfunî bi tinê ev muzîke encamda.
Berî niho hunermendî ev parçe muzîke digel sê parçên din bo tîpa semfonya bajarê Yêlve li bakorê Swêd berhevkirbûn û wê tîpê li 2008 ê di ahengeka mezin da pêşkêşkirbû. Ev kare li ser çend awazên, ku siroşa xwe ji stiranên hemû rengên fulkilorê kurdî wergirtî, hatye avakirin. Kar bi du awaza despêdiket û bi amîrên bayî (hewayî) dihête encamdan, wekî amajekî bo hêza gelê kurd (Mîna dewleta Mîdî) paşî hêdî hêdî dê awazeka semayê hêt û hemû amîrên Orkêstirayê lêden, taku duyemîn awaza semayê ji devereka din dihêt û li vêre jî hemû amîr li pey hevdu lêdiden, taku awaza êkê dihêteve, yaku nwînerya hemû deveran diket û birengekê hevrayî dihête stirandin, heta dawya karî.
Piştî bidawî hatina vê parça muzîkê, stiranbêjê nemsawî Willi Resetarits (ku ew pêşkêşkerê ahengê bû) hat û bi kurdîyeka ciwan û bi Elmanî jî got : (Şev baş mêhvanên hêja) paşî bi xêrhatina hemû berhevbûya kir û navê hindeka îna ziman, mîna Rêzdaran serok komarê Nemsa, serok Mesud Barzanî, siyasetmedar Ehmed Turk û hindekên din. Li pey ra her du mamosta şivan û Dilşad û hemû muzîkvan û koral pêşkêşkirin.
Li vêrê nagihan (ji nişkê ve) û neçaverêkirî, serokê Nemsa Rêzdar Heins Fischer hate ser şanoyê û bixêrhatina hemû mêvanan kir. Di peyveka kurt da got : (Mafê her mirovekî ye - bi reng u zimanê xwe ve - azad bijît û nabît zorî li ser kesê hebît. Şanaziyeke mezine ji bo min ku ev ahenga hêja li Nemsa di hête lidarxistin û dilxoşm ku ez jî têda pişikdarm. Rolê hunerî gelek mezine û wî em li hev civandîn. Gelek kêfxoşim ku serok Mesod Barzanî di ahengê daye û peywendîyên me gelek kevnin û ew dostekê kevne u nêzîkî sîh salaye em hevdu dinasîn).
Pişt ra hunermend Willi Resetarits hat û supasiya hemyan kir û, navên stirana û parçên muzîkê gotin yên ku dê di ahengê da hêne encamdan. Xalên ahengê bi vê zincîrê û li pey hev ra hatin pêşkêşkirin :
2 – parçe muzîka (Igmund) ya komponistê (danerê muzîkê) Elmanê navdar Beethoven (1770 - 1827) ku li sala 1810 Ê danaye. Tîpê bi tinê ev kare encamda.
3 – Stirana (ya sitar)
Text û awaz Şivan Perwer – belavkirna muzîkê û danan bo orkêstrayê Dilşad M. Seîd. Şivan Perwer ev stirane digel tîpa semfonî û tîpa rojhelatî, digel koralê rojavayê (bass û tenor) encamda. Hejî gotinê ye ku Şivan Perwerî çaxê elbuma xwe (ya sitar 1995) çêkirî, ku ev stirane jî têda bû, navê hemû ol û mezheban di kurdistanê û rojhelata navîn da anîbûn ziman, ji bilî navê Êzidiyan.
Lewa ji aliyê hindek nivîskaran ve hatibû rexnekirin. Lê vê carê navê olê Êzidiyan li serê stiranê û bi rengekê ciwan û zelal got. Ku eve jî karekê başe û belgeye li ser hezkirina hunermendî bo xelkî û hejêkerên hunerê xwe.
4 – Stirana (Bila bê)
Text û awaz şivan Perwer. Muzîk u danan bo orkêstrayê Dilşad M. Seîd.
Şivan Perwer ev stirane digel tîpa semfonî û tîpa rojhelatî got.
5 – Stirana (Dilbera min) ku ya nûye û bo cara êkê hate gotin
Textt u awaz Şivan Perwer. Muzîk u danan bo orkêstrayê Dilşad M. Seîd.
Şivan Perwer ev stirane digel tîpa semfonî û ya rojhelatî got.
Eve êke ji wan sê stiranên nû, yên ku şivanî dê bo êkemîn car gotî.
Bi dîtina min ev stirana wekî stiranên dîwana, bi awaz û text ve geleka normal bû û tiştek li ser hunerê şivanî zêde nekir.
6 – Stirana (Hozan)
Text û awaz Şivan Perwer. Muzîk u danana orkestralî Dilşad M. Seîd.
Şivan Perwerî ev stirane digel semfonî û ya rojhelatî got.
7- Stirana (Lê dayê)
Textt Şivan Perwer. Awaz û muzîk û danana orkestralî Dilşad M. Seîd.
Şivan Perwer ev strane digel tîpa semfonî û ya rojhelatî û her du kurala û bi her çar denga ve, encamda.
8 – Parçe muzîka (Bihar)
Ji danana muzîkvan Dilşad M. Seîd, ku wî bi xwe bi amîrê Kemanê digel tîpa orkestrayê pêşkêşkir. Di bingehekê xwe da ev kare di salên heştîyan da wekî stiranekî bo stiranbêja ermenî Sîta Hagubyan hatibû çêkirin. (Tu di dil da hera şînî) navê stiranê bû, texta wê jî ya Dr. Bedirxan Sindî ye. Lê çaxê berî çend sala ev kare bo amîrê Kemanê berhevkrî, nav hate gorrîn û bûye (Bihar). Paşî li sala 2008 ê bo Kemanê û orkestrayê pêkve berhevkir. Ev kare ji sê parça pêkhatîye digel gelek rengîyê di awazî da, lê bingehê wê her awaza despêkêye heta dawyê. Awaza bingehî bi senahî dihête bihîstin, lê piştî ew zêdekarîyên nû di awazê da hatîne ser, jenîna wê bi amîrê Kemanê pêdvî şarezayeka mezine.
9 - Parça mûzîka (Soran û bahdînan)
Ji danana mûzîkvan Dilşad M. Saîd, ku bi xwe bi Amîrê Kemanê digel tîpa orkêstrayê pêşkêşkir. Li bihara 1992an, bi helkeftina encamdana hilbijartinên êkemîn perlemanê Başorê Kurdistanê, ev parçe-muzîk hate çêkirin. Li despêkê bo piyano û kemanê çêkiribû, paşî li 2008ê guhurî bo orkêstrayê.
Ev kare ji sê bizavên bêrawestiyan pêk dihêt. Ya êkê: awazeka devera Behdînan (Hoy Zarî) digel orkêstayê dihête lêdan (Yan: Encamdan) daku taybetmendî û kesîniya awazê bi awayekî dilyalogê di navbera keman û orkêstrayê da xuya bibît. Awazeke stranên dîwana jî di navbera dihête lêdan, daku ew aliyê folklorê kurdî jî diyar bibît. Li vêrê Dilşad î bi kemana xwe parçek ji strana (Ehmedo Ronî) lêda. Ya diwê: Keman digel Orkêstrayê awazeka devera Soran (Kurdistan şarî şirînim) lêdidin, her wekî di bizava êkê da, daku kesîniya awazê baş xoya bibît. Di navbera vê bizavê da û ya li pey wê ra, careka din straneka dîwana bi rengekî bilez xoya dibît, amûrên bayî û jihî (Weterî-têl) bi hev ra dikevin diyalogê û herdû awazên dîwana pêk ve lêdidin. Li vêrê Orkêstra strana Ehmedo Ronî bilez ducarî kire ve. Ya siyê : Eve ji ber raman û armanca wê giringtirîn bizave û geleka pirr awaz e, çunkî herdû awaz têkel dibin û harmoniyekê ji rengê (Bolofonî) durust dikin. Guncandin bi vê rê, di navbera du awazan da (Soran û Bahdînan)) nesanahî ye. Armanc jê ew e, ku ev herdû aliye êk in û guncandineka dêrîn di nêvbera wan da heye. Herwesa herdû awaz di nêvbera kemanê û orkêstrayê da lêk dihêne guhurîn û ciwaniya mûzîkê xoya dikin. Herwesa mîna simbolekî giring î ya êkîtiyê di navbera van alîyan da diyar diket, ji bona gehiştina armancên rewa. Li vêrê di nav destqutaneka gerim û mezin da bo mûzîkvanê efsaneyî Dilşadî, pişka êkê ji ahangê bi dawî hat û nîv saet bûye bêhinvedan.
10- Vekirina , yan parçemuzîka (Coriyolan). Ya komponîst û muzîkvan û hunermendê mezin yê elmanî Beethoven.
Tîpa Sîmfonî ev parçemûzîka lêda û pişka diwê ji ahangê dest pêkir.
11- Strana ( hîviya te),
Text Şivan Perwer. Awaz û muzîk û danana orkêstralî Dilşad M. Saîd.
Şivan Perwer ev strane digel tîpa Sîmfonî û ya rojhilatî û herdû Korala got.
12- Strana (Cana min) ku ya nû ye û cara êkê hate gotin.
Text Şivan Perwer. Muzîk û danana Orkêstrayê Dilşad M. Saîd. Şivan ev strana digel amûrê kemana Dilşad î, tîpa sîmfonî û ya rojhilatî û koralê rojhilatî got. Eve duyemîn strana xwe ya nû bû, hunermend Şivanî bo êkemîn car gotî, ku bi dîtina min ji hemû aliyan ve, straneke baş bû.
13- Strana (Delalê)
Text Şivan Perwer. Mûzîk û danana Orkêstralî Dilşad M. Saîd. Şivan ev strane digel tîpa Sîmfonî û ya rojhilatî got.
14- Strana (Çavên te)
Text û awaz Hevraz Hesko. Muzîk û danana orkêstralî Dilşad M. Saîd.
Şiva perwer ev strane digel tîpa Sîmfonî û ya rojhilatî got.
15. Strana (Derwêşê Evdî) bo êkemîn car got.
Belavkirina mûzîkê û danana Orkêstralî ya parçeyên mûzîkê Dilşad M. Saîd. Ev strane bi çîroka xwe ve di folklore kurdî da geleke navdar e. Li pêşiyê Şivan Perwer gelek ciwan bi zimanê elmanî (ku zimanê xelkê Elmaniya, Nemsa ye) bo berhevbûyan vegêra. Vê stranê gelek awazên heyîn ( bo nimûne hunermendê rêzdar Saîd Gabarî, bi 6 awazan dibêjît), lê 3 ji wan awazan navdartirin ji yên din. Êk : Awaza Cizîrê, ku stûnên strana kurdî nemiran Saîd axayê Cizîrî û Biroyê Şerqî bi wî awayî gotiye û paşî herdû rehmetiyan Hesen û M. Arifê Cizîrî jî bi bi tama xwe gotîne. Du : Awaza Serhedê ku hunermendê ermenî-netew Karapêtê Xaço û geleknê din gotîye. Sê : Ew awaze efsana strana kurdî nemir Şakro gotî. Lê Şivan perwer bi awazek din got, ku nêzîkî ya dawiyê bû.
16- Strana(Lolo Mamo)
Text û awaz Şivan Perwer. Muzîk û danana Orkêstralî Dilşad M. Saîd.
Şivan Perwer ev strane digel tîpa sîmfonî û ya rojhilatî û herdû korala bi herçar denga ve ( Alto, Sprano, tinor û bass) got. Di nav bendên stranê ra Şivanî çend peyv bi Ingilîzî û Turkî û erebî li ser birîna gelê Kurd gotin. Eve êke ji stranên her yên mezin, giring û serkeftî.
17- Strana ( Hatim Duhokê)
Text Şivan Perwer û awaz M. Arifê Cizîrî. Muzîk û danana orkêstralî Dilşad M. Saîd. Şivan Perwer ev strane digel Amûrê kemana Dilşadî û tîpa Sîmfonî û ya rojhilatî û koralê rojhilatî got. Li ser daxwaza berhevbûya ev strane ducare hate gotin.
Her wekî div ê ahangê de, hunermend Şivan Perwer bi awayekî baştir û kûrtir hest bi karîn û pisporiya mûzîkvan Dilşad kir û zanî ku tine ev mûzîkvanê kurd dikare karekî hiwsa mezin biket, lewa ser depê şanoyê Şivanî bi dengekî bilind got: “ Qurbanî te me serok Barzanî, kek Dilşad bibe Kurdistanê, daku kar û afirandinên hiwsa mezin li were jî biket”
Li vêrê digel destqutaneke gerim, stranên hunermendê mezin Şivan bi dawî hatin û role xwe baş bi encamp da û ev serbore serkeft. Lê wekî ez karîn û şiyanên wî dinasim û wek guhdarê strana kurdî, Şivan dikarî hêşta baştir role xwe encamp bida û netenê şiyanên wî ew bûn yên min di ahangê da dîtin. Ew dengê yê cara bi taybetî di stranên nerîtmî û koçk û dîwanan da weke stran Derwêşê Evdî, ta radeyekê strana Yastar jî nehate guhên min. bi dîtina min strangotin digel tîpeke sîmfonî serboreke nû ye û êk jiegerênhindê bû. Hêvîdar im ji evro pêda hunermend Şivan Perwer li cihên hiwsa xwe bistrêt.
18- Strana ( Çaxê mûzîk bidawî têt) ku bi zimanê Almanî dibîte (Wann die music vor bei ist) ya stranbêjê Nemsawî Willi Resetarits ku eve bû nagehan (Muface,ia) di ahengê de. Berî bighîne dawiya ahangê, mûzîkvan Dilşad M. Saîd, hate ser şanoyê û bi zimanê elmanî got: “ji ber helwestên mirovane yên hunermendê hêja Wîlî Rêzîtarîs di harîkariya xelkê hejar û penaberan da û ji bona rêzgirtina wî, min ev strane bo Orkêstrayê wek diyarî berhev kir. Hunermend Wilî gelek spasiya Dilşadî kir û ji keyfa de bendeke strana xwe jibîr kir, lê bi zanebûn xwe ji wê şaşiyê azad kir, dema dema pisyar jî lêkirî got: “ lêbigerin û min têr guhdariya mûzîka xweş kir û bo min baştir bû. Ev strane jî digel tîpa sîmfonî û koralî rojavayî bi her çar dengan hate gotin.
Bi vê stranê ev ahenga hêja û dîrokî bi serkeftineke mezin bidawî hat, yak u gelek xelk û gelek kesayetiyên siyasetmedar, hunermend, nivîskar û gişt rewşenbîr li seranserî Europa û Kurdistanê gihandin hev. Vê ahangê xizmeteke mezin bo doza kurdî kir û di ware siyasî da giringiyeka mezin hebû. Lê çunkî pitriya rojnamevanên kurd li ser wî alî nivîsîye, ez dê li virê pitir li ser alê giringê hunerî yê vê ahangê rawestim. Jiber ku bingehê vî karî huner û- eger li ser aliyê siyasî neaxivîn jî- birengek automatîkî dê her xizmeta doza kurdî ketin. Ji bona xuyakirina giringiya vî aliyê hunerî yê ahangê û da bizanîn div î projeyî da çi hatiye kirin, dê amajê bi van xalan kim:
Êk: Eve êkemîn ahanga kurdî ye bi vê meziniyê, ku daner û berhevkarê mûzîkê û berpirsê tev karên hunerî yên wê bi giştî kurd bît. Belgên meziniya wê jî ew e ku karê hunerî yê ahangê li ser şanoyê pitir ji du saeta vekêşa, bi pişikdariya tîpeke sîmfonî ya europî û êka rojhilatî û du koralên rojavayî û rojhilatî, ku hijmara li ser şanoyê rawestiyaîn gehîşta 93 kesan.
Du: Mamosta Dilşadî awazên stran û parçeyên mûzîkê bo tîpa sîmfonî û ya rojhilatî û herdû koralan jî çêkirîne û nivîsîne. Ango: Ahang bi naverok û xalên programê xwe ve kurdî bû. Tine di cihanînê da, hijmarek mezin ji mûzîkvanên nemsawî digel hijmareke kêma kurd têde pişikdar bûn.
Sê: Danan û nivîsîna bi awayê orkêstralî netenê girêdayî amûra bû, belkî mamoste Dilşadî koral jî li ser zêdekir ( ku bi 4 dengên cuda bi rengekî hevrayî bi zimanê kurdî karê xwe encamp da) digel tîpa sîmfonî, ku eve jî êkemîn care karekî hiwsa yê mezinê kurdî bi vî awayî dihête rêxisti.
Çar: Pêngava êkê di pirojeyê mamoste Dilşadî da ( Li Swêd 2008ê û paşî niha li Nemsa= Austuriya) hate havêtin û hêdî hêdî ew pira dihête avakirin, her wekî wî bi xwe bi elmanî li ser şanoyê ev babete şirovekirî û rojnameyên Nemsawî jî behskirî.
Ahang di rojnamên nemsawî da
Dengvedana vê ahangê di mediya Nemsawî da. Gelekî berbiçav bû. Ji bilî dîdarên televîsiyonî jî, rojnameyan bi başî li ser nivîsî. Di hijmara xwe ya roja 31.1.2010an da, rojnameya rojane Kurier, manşêtek mezin hiwsa nivîsîbû ( Sê saetan Koçka Konsêrta hejiya û serbûra komkirina muzîka kilasîka europî û stranên kurdî yê asiya serkeft)
Dîsan nivîsîbû:
(Şivan Perwer î, sê saetan strand û muzîkvan Dilşad karî bi awayekî serkeftî van stranan bo orkêstrayê danît û binivîsit. Ew karî bi awayekî pirr zehmet girêdanekî çêket li navbera rîtma kurdî ya rojhilatî ( 8/9 û 8/7 û 10/16) û çarîk tona rojhilatî, digel muzîka kilasîkî ya europî. Ku li hindek parça Dilşad bi xwe dihat û amîrê kemanê bi teknîk û şarezabûneka mezin dijenî û ew bi xwe jî digel jenînê gelekî germ û pir heyecan bû, dı dîmenekî geş û xweş da).
Nêzîkî vê rojnameya (Standard) di hijmara roja 31.1.2010ê da, raportek li ser dilxweşiya xelkê Nemsa bi vê ahangê bi rengekî giştî û li ser awayê pirr hunerê Dilşadî dijenîna kemanê da.
Rojnameya rojane (Wiener Zeitung), li 4.2.2010ê, manşêtek mezin hiwsa nivîsîbû: “ Baliyozên stranê Şivan Perwer û Dilşad Sa,îd di konsêrteke mezin da). Li vêre, pêdivî ye destxweşiyê li rêkxerê vê ahangê rêzdar Alî Gedik bekeyn, li ser rêxistina hêja û ciwana wî bo vê ahang a mezin, yak u li nav Europî û gişt biyaniyan astê mûzîka kurdî bilindkirî û xizmeta gişt doza kurdî kirî.

- Husoye Emin ... Şakroyê Xudoyê Miho li Almanyayê bi Konferansek hatebîranin
- Konferansa șakirê Xudo : Bîrhatin û Berhem ... Raport: Heso Hurmî
- Ji bo amadekirina fîlma dengbêj Mişoyê Bekebûrê bibin alîkar!
- Oxir be çûkên hêviyê .... Kamran simo Hedilî
- şivan Perwer, Pêşmergê Duhî û Evro!
- Di 112 Salvegera Rojnamegeriya Kurdistanî De
- Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re !
- weşanên nû
- Daxoyaniya Hunermend CANÊ
- Çawa emê zarokê xwe perwerde bikin


