HIBIJARTINÊN BAJARÊ BOTTROP JI BO CÎWATA BÎYANÎYAN
Ji Zedo Baadrî/ Almanya
Li roja 07.02.2010 bi çavdêrîya bajêrvanê Bottrop Hêja Berndt Tischler koçberên li bajarê Bottrop berbi sindoqên dengdanê çûn, daku civata biyanîya hilbijêrin.
Hêjî gotinê ye, ku bêjîn kurdistanîya şîya 2 kurdîyan bixo destvebînin ji 17 kurdîyan.
Mamosta Fettah Timar jek ji wan e. Bifer dizanim kurtejîana wî jibo haweyên hêja ron bikim:
-
Mamposte di sala 1953 an de li Bajarê Qersê çavên xwe ji Kurdistana bindest ra vekirine.
-
Dâyîk û bavê wî yên hejar û çotkar şîyan heta pişka zimanê Elmanî li Zankoya Istenbol pê biden xwendin. (1976 dumahî anîye)
-
Her usa berbi Elmanya û li Zankoya Essenê pişka Edebîyat û ziman (Germanistik) û politîknasî xwendîye. (1985-1992)
-
Ji sala 1981 ta îro li Bottropê dersa zimanê tirkî û elmanî û ji sala 1997 an pêva jî zimanê kurdî bi fermî li Bottrop û Duisburg daye. Ev kara îrojî berdewam e.
-
Mamosta ji sala 1985-1992 an jî di zankoya Essen da dersa zimanê Kurdî bi fermî daye. Herusan jî wek mendunenasek li zankoya Dortmundê dersa kurdî dide.
-
Ji sala 1981 vir da endamê civata KOMKARê ye. 16 salan di rêveberîya Giştî de cî girtîye û 4 salan jî serokatîya vê rekxrawê kirîye.
-
Dîsa ji sala 1992 an vir da wek damezingêr û xilmetkarê Komela HEVALTÎ di navbera Kurd û Elmanan da vî karwanê pîroz digerîne. Bi sedan dîdar bo dostên Kurdistanî çêkirine û tiştê herî hêja û berê binyatê ew e, duristkirina arşîveka pêywendîdar bi Kurdistana me va bi zimanê Kurdî, erebî, elmanî, ingilizî, tirkî (ta niha bêtîr 6000 dokumentî parastine).
-
Helbet Mamosta Fettah dûrî û sînorên Ewropa nasnake jibo semînarek ya bi kêşa Kurdistanê ve girêdayîbit.
-
Çavdêrekî xorayî bi şev û roj di medîya elmanî û tirkî da ji bo Kurdistanê
-
Mamosta xêzandar e û xêzana wî heftêyê carekê afratên kurd li ser maseyekê digîhîne hev.
-
Ew bavê (Kerem, Dîlan û Letîfe) hersê jî di zankoyê da dixwînin
Şaredarê Bottropê mamosta pîroz dike
- Husoye Emin ... Şakroyê Xudoyê Miho li Almanyayê bi Konferansek hatebîranin
- Konferansa șakirê Xudo : Bîrhatin û Berhem ... Raport: Heso Hurmî
- Ji bo amadekirina fîlma dengbêj Mişoyê Bekebûrê bibin alîkar!
- Oxir be çûkên hêviyê .... Kamran simo Hedilî
- şivan Perwer, Pêşmergê Duhî û Evro!
- Di 112 Salvegera Rojnamegeriya Kurdistanî De
- Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re !
- weşanên nû
- Daxoyaniya Hunermend CANÊ
- Çawa emê zarokê xwe perwerde bikin


