Nêrînek ĵi bo ya sitara Şivan perwer ! Hesûn Cehwer
Dema ku mirov dîroka strana Şoreşgeryê ya Cîhanî ya hevçerx dixûne yekser
hunermendê mezin strnbêĵê şorişgêr , şorişgêrê stranbêĵ Şivan Perwer di navra xûya
dibe yê ku pitir ji 30 salan di warê strana berxwedanê de kar dike û
hunermend Şivan perwer li ser astê Cihanê piştevan û hevalê tev gelên bindest
buye , gelek Xelatên strana Siyasî wergirtîne , êkemîn hunermendê kurde yê sax ku
peykerek jêre hatî çêkirin . Mirov xwe bextewer û serbilind dibîne bi hebûna
Hunermendekî hosa hêja di nav milletê kurda de .wek aşkira Şivan perwer
rolekî gelek mezin di Şoreşên kurdistanêda hebuye û bi sedan Genc ji pêxemet
kasêtên wî û stranên Şoreşgêrî xwe havêtin nav xebata rizgarî xwaza gelê kurd
.
Lê ya min divêt bêjim ewe Dîdara sîvan Perwer li gel Radywa WDR ya Almanî
li roja êkşembê hat weşandin li 03.01.2010 seat 18,5 li jêr demê Almanya
li bajarê kolinê , di wirde piştî çend ronkirin li ser ĵiyan û berhamê xwe
anîn ziman û li ser naveroka gelê kurd bi stirana ya sitar de got , di
naveroka wêde tev Êl ü Eşiret ü Olên kurda bi nav kirin lê mixabin
ne ji nêzik û ne ji dûr behsa Ola kurda a resen Êzîdiyatîyê û ne
Êlekê ji wan ji nekir .
pirs li vir ewe erê hunermend bi kiş cavî li Êzîdiyan dinêre, wek kurd
yan çi ? bersiv ĵi vê pirsê re Hozanvanê strana kurdî yê navdar Edîb
Çelkî bi peyvên xwe û helbesta Beyta Laliş bi dengê hunermendê genc û
navdar Hesen Şerîf dide xwiya kirin .
Hîvî û pêşnyare me ewe ku hûnermendê me li naveroka strana xwe vegere û
ser rast bike ,li gel daxwaziyên serfirazî û serkeftinan .
li dawyê dibêjim dibê tim mirov rengan ĵi hev dû cuda bike , bêjite reşî
reş û sipî sipî û eger na dê tuşî nexweşiya rengan be
Almanya
07-01-2010
http://www.dailymotion.com/video/x3yod0_sivan-perwer-ya-star_music
http://www.wdr.de/radio/audioplayer/popup_js.phtml?playing=bernamakurdi&fhe=true&fhetuerkisch=true&fheserbisch=true&fhe5planeten=true&fhespirits=true&fhemassivereggae=true&showToggleButton=true&minimizeHandler=minimize&maximizeHandler=maximize&minimized=true&radiocolonia=true&bernamakurdi=true
- Husoye Emin ... Şakroyê Xudoyê Miho li Almanyayê bi Konferansek hatebîranin
- Konferansa șakirê Xudo : Bîrhatin û Berhem ... Raport: Heso Hurmî
- Ji bo amadekirina fîlma dengbêj Mişoyê Bekebûrê bibin alîkar!
- Oxir be çûkên hêviyê .... Kamran simo Hedilî
- şivan Perwer, Pêşmergê Duhî û Evro!
- Di 112 Salvegera Rojnamegeriya Kurdistanî De
- Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re !
- weşanên nû
- Daxoyaniya Hunermend CANÊ
- Çawa emê zarokê xwe perwerde bikin


