Kîjan awe û teorî di perwerdekirina zaroka de serkevtiye

Font size: Decrease font Enlarge font
image

 Li gor pirtûkên li ser(pedegojî û zanestiya zaroka )ku min xwendiye sê awê perwerdekirinê hene ,her awakî piştevanê wê ,ji pirofs ,petegog û zana hene .Ewjî evin:

1- Akturîter 2-bela here 3- demokratî

  1. Akturîter: Ewe ku em ji zarokê bixwazin ku wek me bike bê ku em şîrove bikin û bêjin çima ,divê zanibe ku yekî mezin jêre gotiye ,wekat divê bi ya wî bike ,her uha em ji zarokê dixwazin ku li gor biryar û rotînan serê sedî sed here

eger neçe ewê ceza bibe , Gelek giringe di vî awî de ku pesn û rexna zêde ji zarokê re bê kirin wek mînak em ji zarokê re tim bêjin (tu pir jîrî, tê mirovekî zana derkevî,tu pir qencî)yan jî (tu nabî tiştek ,tu bê hişî,tu nezanî,tu bê mijî yî)ev awa di welat û civaka me ya rojhilata navîn de bi kar tînin , ji loma bi tundetujî em tev mezin dibin û diktatoriyetê bi kar tînin ,li ser vî awî sîstêmên dewletên me jî ava bûne ,em jî wek miletekî ,ji demên dirêj ve tundetûjiyê bi mere bi kar tînin,bi vî rengî her berdewa me , êdî guhertin bi aliyê demokrasiyê ve ji wan re pir dijwar dibe,ji bîra me jî neçe ku tundetujî derûnê dijminahiyê çêdike êdî mirov dixwaze kêşeyên xwe herdem bi şer û ceng çareser bike , piştevanê vê teoriyê( B.WATSON ) û (BF.SKINNER)navê teoriya wan bi zimanê swêdî (Behavioristisk teorî).Bi wata ku mirov giraniyê deyne ser hînkirinê.

2-Bela here :Ewe ku em bêjin de bela here ,bela zarok wek xwe bikin,ma çi dibe,bela li gor daxwazên xwe herin . Ev awe sînor ji daxwazên zarokê re dananiye û nabêje ev dibe û ev na be,zarok li kêfxweşiya xwe digere ,nabêje ka zarokên din çi dixwazin ,wek mînak (dilê zarokê diçe benîşt yan şekir,ew di nav birik zarok de şekirê xwe dixwe bê ku bi zarokên din biheste )ya herî balkêş di vî awî de ewe ku mezin alîkariya zaroka nakin, da zanibin ev raste û ev ne raste ,Piştevanê vê teoriyê(ARNOLD GESEL)Pirofîsorekî Emêrkî ye, navê teoriyê bi zimanê Swêdî(Mognads teorî).Bi wata ku giranî bêhtir li ser zarokê datînin ka çi ji xwere ji malbata xwe wek mîrat sitendiye û ewê çawa kare pêşxîne

3-Demokratî :Ev awê perwerdekirinê sînora ji zarokê re datîne lê şîrove dike çima divê wilo be,guh dide dîtin û daxwazên zarokê ,mezin û zarok bihevre biryara didin,diyalog (giftugo)bi kar tînin ,rê didî zarokê ku ew dest pê bikî yanî ew insiyatîvê bistînî ,guh didî hestê zarokê, lê ne li ser êşandina hestên zarokê din,divê zarok zanibe ku ne daxwazên wî tenê hene,zarokên din tev wek wî ne ,ya herî giring di vî awî de ewe ku pesn û rexne li tu zarokî nabe, lê li karê wan dibe ,wek mînak (ev wêna te çêkiriye pir xweşike ,ev wêne xweşike ku te li şûna zer kesk danya ,ev kilora te çêkiriye pir xweşe)piştevanê vê teoriyê(Sîgmund FREUD Û ErîK HOMBURGER ERIKSON)navê teoriyê bi zimanê Swêdî(psyko analystisk teorî)her uha (JEAN PIOGET)Jî Piştevanê wê ye lê navê teoriya wî(kognitîv teorî) ye. Ev awê perwerdekirinê bêhtir li ser hesta û sîkolociya zaroka radiweste îro roj di Ewropa de bi kar tînin ,welatê wan jî li ser vê sîstêmê ava bûye .Bê goman ya rast ewe,ji ber ku li ser dialog ava dibe û ji mafê teva ye sitandina biryara , loma zarokên wan di mezinbûnê de dibin mirovên demoqrat xwedî biryarên serbixwe ,mafê gelên bin dest wek mafê xwe diparêzin,çawa ji xwere dixwazin ,ji yên dora xwe re jî dixwazin.ev metûd û awê perwerdekirinê îro roj di hundirê hêlîn û çîmenên zaroka li welatê Swêd bi tevahî bikartînin.hêvîdarim ku emê jî karibin ji pêşketina metûdên wan suda bikin û zarokên xwe di malbatên xwe de , bi awê demoqrat,bi goftugo û dialoga vekirî perwerde bikin ,em di civata xwe de ne azadin bela em di mala xwe de azad bin ji bo ku em ji pêşeroja xwere nifşekî rihet û zana tije derûnê demokrasiyê amade bikin ,civatên bi vî awî ava dibin bêhtir serkevtî ne ,hevîdarim ku ez jî di pêşkêşkirina hin ji ezmûn û xwendina ku min li Swêdê kiriye hinekî serkevtî bim (ji pirtûkên zanestî û sîkolociya zaroka yên li ser pedegociya zaroka ji temenê o-7 yên di xwendina min de li swêdê derbas bûne )

Boniye –suad cegerxwîn

  • email Email to a friend
  • print Print version