DOXATA: BONDA KIRRÎNA KEHREBAYÊ JI DUHOKÊ RE HAT NÛKIRIN BONDA KIRRÎNA KEHREBAYÊ JI DUHOKÊ RE HAT NÛKIRIN ================================================================================ rashid_nl on 02/01/2010 09:59:00 Wezareta kehrebaya herêma kurdistanê, kehrebayê ji bo parêzgeha Duhokê ji Turkiye dikirre. Bonda kirrîna kehrebaya Duhokê saleka din hat dirêjkirin. Li angora ragihaneka wezareta kehrebayê ya herêma kurdistanê, hukûmeta Iraqê jî razî bûye, ku ev bonda han bihê dirêjkirin û dê ji niha ve û heta 31, 12 / 2010 kehrebaya Duhokê ji Turkiye bihê. Di evê ragihanê de weha jî hatiye, ku ev bonda han bi lavlav û daxwazeka xurt hat dirêjkirin û nûkirin û weha jî da xuaykirin, ku gerek kehrebaya Duhokê zêde jî bibe.