DOXATA: RÊKEVTINEK DI NAVBERA ZANKOYA SELAHEDDÎN Û INSTITUTA ZIMAN Û REWŞENBÎRÎYA ROJHILAT DE HAT MUHRKIRIN RÊKEVTINEK DI NAVBERA ZANKOYA SELAHEDDÎN Û INSTITUTA ZIMAN Û REWŞENBÎRÎYA ROJHILAT DE HAT MUHRKIRIN ================================================================================ rashid_nl on 02/01/2010 09:58:00 Ev rêkevtina han bi sexbêrîya (ri`ayeta) serokê parliyamenta herêma kurdistanê hat muhrkirin û rêkevtineka perwerdeyî ye. Ev instituta han jî Fransayî ye û di nava dêrendazên muhrkirina evê rêkevtinnameyê de, cihgira konsulê giştîyê Fransa yê li Hewlêrê Moriyel Pwaro, serokê komîteya perwerdeyê û fêrkirinê û endamên evê komîteyê jî amade bûbûn. Di nava evan dêrendazan de, serokê parliyamenta herêma kurdistanê şadbûna xwe da nîşandan û ragihand, ku ev rêkevtina han derencama kar û pîkolên serokê berê yê parliyamenta herêma kurdistanê Ednan Muftî ye. Li angora evê rêkevtinnameyê jî, dê xwendevanên Fransa di hemû qonaxên Bakaloriyus, Master û Doktora de, beşekî lêkolînên xwe li zankoya Selaheddîn encam bidin. Herweha, dê serperiştyar û kursîyên xwendinê yên zankoya Selaheddîn jî, ji alîyê evê institutê ve bihên berdestkirin.