DOXATA: SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ Û SEROKÊ IRAQÊ SERSALA NÛ LI HEVDU PÎROZ KIRIN SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ Û SEROKÊ IRAQÊ SERSALA NÛ LI HEVDU PÎROZ KIRIN ================================================================================ rashid_nl on 02/01/2010 09:43:00 Bi boneya hatina serê sala nû, serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqa federal Celal Talebanî, pîrozbayî li hevdu kirin û daxwaza saxî û selametîyê ji hevdu re kirin. Serokê herêma kurdistanê û serokê Iraqa federal hêvî jî xweztin, ku sala nû sala xweşî û asûdeyîya gelê kurdistanê, Iraqê û cîhanê be. Serokê herêma kurdistanê û serokê Iraqê daxwaz jî kirin, ku biratî û jîyana bi hev re ya nava gelê kurdistanê kûrtir û xurttir bibin û armancên gelê kurd pêk bihên. Serokê herêma kurdistanê û serokê Iraqê weha jî daxwaz kirin, ku herêma kurdistanê û Iraqê ber bi pêş ve biçin û şadî û xweşî li hemû cihan belav bibin.