DOXATA: RAFI` ÎSAWÎ: HEGER HÊZÊN HEVPIŞK LI MÛSILÊ BELAV BIBIN DÊ PÊŞMERGE VEBIKIŞIN RAFI` ÎSAWÎ: HEGER HÊZÊN HEVPIŞK LI MÛSILÊ BELAV BIBIN DÊ PÊŞMERGE VEBIKIŞIN ================================================================================ rashid_nl on 02/01/2010 09:40:00 Di bareya belavkirina hêzên hevpişkên Iraqî-Kurdî-Amerîkayî de, cihgirê serokê wezîrên Iraqê Rafi` Îsawî got, ku heger ev hêzana li deverên arêşdarên Mûsilê belav bibin, dê hêzên pêşmerge ji ewan deveran vebikişin. Rafi` Îsawî roja çarşemba derbasbûyî jî serdana bajêrê Mûsilê kir, da ku berpirsên lîsta Hedba razî bike û ew hêzana li deverên arêşedarên Mûsilê bihên belavkirin. Rafi` Îsawî di evê bareyê de got, ku belavkirina evan hêzan pêngava yekem ji bo vekişîna hêzên pêşmerge peyda dike û dê pêşmerge li ewan deveran nemînin. Di beşekî dinê evê bêjedana xwe de Rafi` Îsawî da xuyakirin, ku ew sozê didin xelkên Mûsilê, ku ew dê heta 14.000 kesan ji xelkê bajêrê Mûsilê, di nava hêzên asayişa Iraqê de bi cih bikin.