DOXATA: di Şeva min de sitêrek ... Beşîrê Mele di Şeva min de sitêrek ... Beşîrê Mele ================================================================================ nader doxati on 03/06/2010 22:20:00 Dilkêşa şevên dirêj bi êşin Nalînê evîndaran dibêjin Bizanîba çiqas rondik ji bo we Di dilê çavên xwe de ez dibrêjim Felekê nîgar di dill de badaye şuwîna we di çavê min de xwiyaye we jîna xwe kir goriya hişê kor tovê işqa we veşîn û giyaye li ber bejna weyî agirê bala çar şemalan ronak ji we vedaye hûnin Bilbila Gula perîşan sitrana we li ber qehrê rijyaye gula sipî lêv sor û dilî kal e bê pêjnî axîn û qîr û hewar e ne tenê Bêstûn Zagros Qendîl kola Afrodet e Nîsaba û Eştar e… vê yarê xwe kuştî û dil dibê ka bese Şêrîn mirî ev çi bazar e ! Barana lêv ternik hetî ber derî ji xem rabe dilo aqil bik dar e