DOXATA: Şîrîn Elemihoyî Şîrîn Elemihoyî ================================================================================ nader doxati on 03/06/2010 22:18:00 pêlên xeyalan xoşewîst radimûsan dê û bavê dilşewitî tu pêşwaz dikirin çiyayên vînê di hembêza te de rûdiniştin teşiya ramanan bîranîn dirêstin Şîrîna min… teqereqa deriyên hesinî fermanên bêtêlan kurtepista bêdengiyê xişîna reşkujiya sêdaran te dibihîst… xemgîniya tirsê kon didanî lê hişyarî mêvan bû û rê ne dida girî… te li hêza xwe ya ku korên nijadperest nizanin û li dilên şirîkên xwe guhdar dikir hejandina rojê te dît Şîrîna min… di nalînên çîtikên Firat û Aras de xoxa dara azadiyê te xwar ”azadî ne tenê şadiyê tîne mirovan dike mirov’’… Xwedayên zilmê mîna kuştina ferişteyan di sibeha zû de hatine kuştinê… ba xweşbêhna te balav kir gul gerdena te maç dikin û ez dibime Merşa bin piyên te dibime şeyê şekirina gûliyên bixwîn dibime berbiska biskên te… di agirê sêdaran de mîna qurbanê sinorê pîroziyê derbaskirî dilerizim di êşa berxwedana te de difûrim… zarokên Înanna û Arîna li bedenên Ur û Hatûşa tifikan pêdixin çûkên başûr bêdeng in gurên herêmê li bakur dizûrin û di bagera xwe de gêj bûye dîrok… xeyalên mirinê darbestên mirî hildigirin hezkirina te şîrîn e mîna hezkirina rojê Şîrîna min… sibeh bilind dibe di deqa eniya te de sibeheke dubêhn ji bêhna kirêt a xweş dizê ji yekê Leyla Qasim vedigerê ber sêdarê ji a din tekoşîna jiyanê zindîtiya şadiyan ji te bilind dibe… pakrawanan sibeha te silav kirin sibeha te reng dayî nehê Gulanê hezkirina ji hezkirina te dilşadî ye hezkirina te ji xwe bihurtine Şîrîna min… tu roniya wijdana cîhana min î bayê bakur asîman anî wir tu roja rojhilata min î… li aliyekî jinên bihêrs dimeşin li aliyê din zarok hildikişin penceran vedikin da Hecheckên çavtirsandî û kevokên bûkaniya te werin xoşewîstî tu yî keça Ararat… mizgîniya fereca xêrê dibiriqîne mîna biriqandina dilê te stêr dizîvirin mîna govenda hevdozên te tu vehese û raze… te doz nivîsand siyê li dîwarê girtîgehan jan û hestiyan Dêrsim û Enfal nivîsandin… dema te qêrînên xwe bilindî asîman dikirin dema pirsa xwendegeha te dikirin ’’xwendegeha min, zanîngeheke hûn navnîşana wê nizanin’’ li wir te bawernamên hemû zanîngehan dirand… mirin anîn û xwestin çavên wê bibine çavên te te çavên xwe kirin peyvên zanan kirin ayînên bêdeng û niyazên derwêşan… çavên te bûne çira civata nîvmirî bûne guhdarkirina devên girtî û axaftinên bêdeng… çavên xwe bi deyn bide min da li te û bîrdoza baweriya te binêrim çavên te xweşikî anîn… rûyên maskekirî leyîstikvanên şanoya tawanbaran e nirxê navên wan nîne sêdar li sêdarê barkirin û çarmixek ji penc sêdaran çêkirin… dilên reş û destên tarî hûn fedakirin tiştek li çaxên çûyî zêde nekirin… ji Daryos û Xelîfê yekem ve jehra sêdaran kêm nebû li vir kaniya dadweriya Keyxosrew û evîna Şîrîn û Ferhadan jî ziwa nebû şevên her çaxî şev in Şîrîna min… derve ronî ye û derî vedikim stêr di valahiyê de bûne tîr ewrên şuştina tawanan Tofana Nuh dibînim… li ayînên şadiyên olperestên sexte seyê pîr di nav xwînê de mirî qerqotê bavê gurên boz di newala kuştinê de xeniqî dibînim… ez hêza ku çiya kirine bajarên bêdîwar kulmên bilindî asîman dibin ala rûmetê Gerilayên hevalên te dibînim keça warê Celaliyan xweşika êla Mihoyiyan Şîrîna min… 11.05.2010 Kamran Simo Hedilî