DOXATA: Stranê ez girtim Stranê ez girtim ================================================================================ nader doxati on 03/06/2010 22:14:00 ez şagirdê nû ê jiyanê bûm bi awirên evînê evîndarên stêra sibe bûm li ber barîna rondikên bêdeng ez birime kuştinê li wir fêrî berxwedanê bûm barê şev û rojên min êş bû hovîtiya li cîhanê heyî min li wir dît Kirinên mirov newêrê xeyal bikê bi min kirin dengê xwedayê mirinê li wir hate min tiştekî min nebû ez aştiyê fêrî wan bikim ne ziman hene wir bînine ziman û ne peyv têra gotinê dikin bedena min di bin xirbihên dîrokê de ditevizî mîna bûka xwe winda kirî Kevoka Amed dilerizî bi kurtepista kurtdengan min gazî dikir li nêzîkî dengê mirinê li benda çirûskê bûm min li giriyê xwedewendên tawanbar û li barîna berfê guhdar dikir çavên rojê bi şevên min girêda bûn û bi desmala reş çavên çûkan daristan bi ewran şîlo kiribûn agirê welatê hêviyê vemirandibûn strana serhildanê di wê çalakor de ez girtim û bi ken min çavên xemginiyê deranî roja din silavên wêrek tijî ronî kirin dilên çiyayên welatê min 20.04.2010=17.05.2010