DOXATA: LÊ LÊ ESMERA ÇAVŞÎN .... Xizan Shîlan LÊ LÊ ESMERA ÇAVŞÎN .... Xizan Shîlan ================================================================================ nader doxati on 14/05/2010 16:08:00 dergehên keleha sîng û berê xwe ji stûxwariya lome û gazinên min re veke ez li ser mîndera qedîfe ya koşka bejn û bala te rûnim nameya kurteçîroka xwe diyarî neynika odeya te ya diltenik bikim were bi saya derenceya dermanê awirên melûl dakeve nav kerba hinavên jiyana rojên min lê lê xatûnê li welatên xerîbiyê li dûrî te li koçberiyê li kolanên bajarê sêwî di kelejana tenetiyê de mîna mecnûnan digerim lê lê sîngsedefê rengê nale nala axînên min çîlspî ye rengê perdeya bextewariyê reştarî ye baskên lorîna xewa şevan şikestin çûkên xewn û xeyalên şîrîn li asîmana giyanê piştxûz êdî nafirin lê lê gerdenzêrê min berê qibleya duayên xwe li nav toz û dûmanan di şopa gera sînorên te de winda kir ji henasa qêrîna gewriyê bêhna axa sirgûnê difûre karwanê evîna çola sehrayê di bendewariya germa qijqijî de westiya katjimêra zendê demsalên têkçûyî rawestiya lê lê rindê yasemîn û nesrîna bêrîkirinan di hesreta tunebûna te de reş girêdan tofanên dema bêwijdan li ber esaleta meşa gavên min rêz û hurmet girtin çokên bedenê perîşan di sernermî û dilsoziya xwe de kût û şerpeze bûn li paytexta rezîl û riswa tam û lezeta silavên beyanan genî bûn dîwarên qonaxa şevbihêrkên şad herifîn laşê ferhenga gotinên rût cemidî lê lê dilsafê kilîda deriyê çarenûsa xopan qet venebû salnameya roja dayikbûna min pir poşman e ez dîsa di bêçaretiya hestên xwekuştinê de li zîndana êş û keservedena şevên xwe vegerîm dengê pêlên tirsa bayê xeşîm di guhên bêxewiya nivînan de wîzewîz e Xizan Şîlan 2009-09-12 Stockholm