DOXATA: Pişta şîn .... Beşîrê Mele Pişta şîn .... Beşîrê Mele ================================================================================ nader doxati on 14/02/2010 20:35:00 Baxê jiyanê li dergahê teye kurdo bese Rab û rûnê bik sipasî ku şehîdê te heye Xweş di bîra xwed werîne bejn û bala wî delal Ko xwedê ew birye azman va sitêra te heye Ekrem ê şêrîn li baxan bûnye milkê miletî Miletê birçî û tazî vêca nanê wî heye Me gelek dewr û jan dfîtin li heyamê berê Her felek qet namîne wer vêcarê gava me ye Tajî û lawên çeqelan tên nêçîra qaza me Cana me ne bê xwedî ye bazê zinara heye Bi wêrîna we Hozano kurm ji darê weşiyan Kes nema kare bêje ko ridê pergende ye Nû jiyan çêkir li şûn xwe ey şehîdê qehreman Roniyê ji bo me diçînin hem heyv û roja meye Ne tenê şêr û şepalê me ji nêv çiyê dizên Va li beryê jî diyare ku Diyarê me heye We govenda me xweşik kir hûn şehîd û torevan Tembûra we dilîlîne senfoniyek me heye Du çemên gewre û şêrîn tên ficana wey tenik Kerş ji ber şîpan direvin sorlehî şoya me ye Nêrigiz û lalên nûhatî bîn û rengên xwe didin Vedibin dergah li kurdan mizgîna jîna me ye Ev bedewên qenc û nazik wê ji bîra kê biçin Pişta dayikan veşîne pêvejîn terha we ye Rêmên reş bavên me kuştin zar û zêç winda kiein lê milet herdem mestire hîmê wî pir gewreye