DOXATA: ÎSKEÎSKA BEXTÊ PÎNEKIRÎ  ÎSKEÎSKA BEXTÊ PÎNEKIRÎ  ================================================================================ nader doxati on 12/02/2010 00:18:00 ez li nav toz û dûmanê jiyana xopan tawanbar hatim dinyaya virek û gurî li navbera parzemînên giyan ba û bahozan nalenal e erd û asîman lerizîn dar û daristan rizîn heyv û stêrk di axîna çirûskên rêgeha xwe de gevizîn newal û robar qelişîn çiya û kevir qefilîn dem û demsal werimîn mûyên serê temenê bêbext rûçikîn kaniya şerbeta eşq û hesretê miçiqîn awirên silavên roniya beyanan di xezeba ewrên bixof de perçiqîn neynika evîna dilê xeşîm şikest şewqa çira odeya hestên şîrîn vemirî ramûsanên xunava lêvên şermok kevz girtin hêlîna beytikên gulîstana kesk herifî ji kezeba şevên tenetiya kambax firmêskên şewata nalînan diniqutin ji çem û lehiyên westiyayî qêrînên xerîbiyê diherikin aramiya biharên rengîn li nav pêlên çarenûsa pûç wer bûn hêvî û xeyal di konçala dewranên genî de fetisîn stûna koşk û serayên pişta ciwaniyê telişî û hilweşî hezkirin û bêrîkirin li ber bareşa feleka xayin têkçûn roj li tenîşta giyanê tevzînok ketin xewa tiraliyê şev di kirasê xemgîniya kor û lal de vediciniqe li xewên şevistanan siya tirsa xewnereşkên bixof dipale ser qêrîn û hawara min peşkên barana bextewariyê li ser zeviya daxwazên perîşan qet nebarî xêrnexwezan bîra êş û keserê li ser qefesa xeyalên piştxûz kolandin bêhna kulîlkên azadiyê li hingurê asoya çolên ziwa çilmisandin giloka werîsê bextreşiyê li stûyê şahiyên şevbihêrkan alandin mecnûnê çolistanên gerok di zîndana rûreşiyê de dîl girtin derdora rêya fezîleta derûniya min bi agirê talana têlstriyan rapêçan êşa dengvedena gewriya şikeftên hinavê min kes nabîhîze êdî ez her şev li nav baxê ramanên Manî şereba dilovaniya Ahûramazda vedixwim kul û birîna sirên bîranînan bi şeweta dengê bilûra keserkêşan dikewînim hevokên bedena helbesta tazî bi keskesora asoya deryayê dixemilînim li nav reşbîniya hestên newêrek zengilê dergehên xweşbîniyê dihejînim bi saya tembîhgotinên Hesenê Metê ji nav pêlên tofana gunehkariyê difilitim û di hembêza xewa mirinê de bi ferişteyên dojehê re direqisim     Xizan Şîlan 2009-03-09 Stockholm