DOXATA: Deşta Xanî Deşta Xanî ================================================================================ nader doxati on 11/02/2010 23:58:00 Li ser singa te zevya deftera min Gelek tîpê gul û genman min çandin Çiqas kevrên xwşik ,şehkirî mermer Ji gençîna Cizîrî xanî … min kişandin Nizanim bexte yan nezanim ? Vî baxê li hevketî bi cankim Ji sorsork û çavbeloqan direvim Bi kud diçim li ber min ew belane Xeyala min du santîm û nîve ! Hema min Siyamed ji xecan re vedijandin Hezar Bekî di sînga xwed xwedîdikim ! Bi vî gewdî ezê çilo Memî rehakim ? Kengî Dicele wê biçe seyrana Cûdî ? Ji tofanê ziwa û bê giyane Bi tîpa a me destpêkir bi ahîn Ku ba hatî gelek reng xwe guhartin Tenê rengek delal û nazenîn ma Heta hebî wê ev baxî vesaxbe Jiyana gul li bêjnga Diloye Kirasê genimî ji xwiralan rakir Ji wî vexwe pênûsa min bimeste Xwe tazîke û di feratan binavbe Ximava te ji kulşlka deşta xemgîn Li bejna vê şehîda vînê avde Li vir bighêne hev gul û bilbil Piştî jananan, deşta Xanî veşabe. 3/4/1999 Beşîrê Mele