DOXATA: Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re ! Ji Raya Gelê Kurdistanê û bi taybetî Peşmergeyên hêja re ! ================================================================================ nader doxati on 14/05/2010 14:38:00 Ez û Peşmerge ti car nikanin û nabe li hevdu ixanet bikin. Tevaya Cihanê dizane ku em dozdar û xizmetkarê welatê xwe ne. Peşmerge di stranên min de herdem bûne reml û hêvîya azadî û Parastina Welat û Gel. Û ez ji di doza peşmerge de bûme Strana bilindiya rewan û raman. Em bûne yek Can û yek daxwazi. Min li Konsêra Berlîne li 23.04.2010 yariyek ( henek ) îronîk kiribû. Lê kesên zikreşên ji dijmin pîstir, bi nêtxirab gerandin . Lê bila zikreş, xwefiroş û dijminên min û pêşmerge baş bizanibin ku ti car nikanin bingeha xizmeta me bilerizînin û nêvbêra me lihev bidin. Bila baş bizanibin ku çendi şerê me bikin dê ewê wenda bikin. Ji ber ku rastiya me hilber û berhemê xwe daye. Hevîdarim dilê hezkiriyên me neêşe. Û bila şerê kurmên ji darê û dijminan li hemberê me qebûl nekin û wan dervedar û şermezar bikin. Bê gumane ku ez ji dil, ji gel, welat û pêşmergeyên me hez dikim. Rêz û Aştî / Sivan Perwer