DOXATA: Kurdên Bottropê bi Newroza xwe Bottrop şarandin Kurdên Bottropê bi Newroza xwe Bottrop şarandin ================================================================================ nader doxati on 27/03/2010 10:08:00 Zêdo Baadrî / 23.03 2010 Elmanya/Bottrop Komela Civaka Dostanîya Elman û Kurdan (Geselschaft für deutsch-kurdische Freundschaft e.V.), bi kurtî “Hevaltî Bottrop”, di 21 Adara 2010 an da, li bajarê Bottropê ji bo Sersala Kurdan/Çejna Netewî şahiyek pêk anî. Di şahîyêda kurdên herçar perçên Kurdistanê beşdar bûn. Her usa kurdên kevne Sovyetê û yên Lubnanê jî beşdarî sahiyê bûn. Cîyê dilxoşiyê ye, ku bê gotin, isal Newroza Bottropê da hejmarek balkês ji kurdên Êzdî bûn. Her ûsa beşdarvanên partî û sazîyên Elman ji kêm nebûn. Şahî bi pêşkêşvanyê kurdperwerê hêja Husoyê Emîn û xanim Rojîn Dağdeviren va destpêkir. Huso û Rojînê bi elmanî û kurdî li ser navê Komelê xêrhatinîya beşdaran kirin, bi kurtî çîroka Çejna gelê Kurd yê bindest ji bo beşdaran xûya kirin. Şayîyê u ahengê bi Stranên Hunermend Rojhat û Koma wî va dest pêkir. Dura qulingê Serhedê , dengbêj Evdirehmanê Mûshî bi deng û awazên xwe, hemû beşdar vegerandin Kurdistana rengîn û serheda bav û kalan. Piştî wê yekser hemû cemawer bi jin û zarok, qiz û xort, kal û pîr bazdane cîhê agir hilkirinê. Dilê xwe bi hilkirina Agirê bav û kalan (Newrozê) germ û rehet kirin,Wê gavê bapîrê me Kawa dihat ber çavên me hemûyan. li ber dahol û zirneyên Kurdan govendên şêxanî û pişt û berû gulşênî digerîyan. Saetekê zêdetir qîz û xortan, tevî hemû mêvanên elman dora êgir govend gerandin. Piştî vê yekê, cemawer vegerîya salonê, lê vêcarê hindek bişkofên kurdan bi dengên xwe yê nazik û zelal, şagirtên mamosta Timar, yen ku li berdestê wî zimanê dayikê yê şirîn fêrdibin. Bo me sirûda Newrozê pêşkêşkirin. Ahil û gencan bi kincên xwe yên renga-reng d şeva Newroze xemilandibûn û birastî bajarê Bottrop şarandin. Koma hunermendê hêja Rojhat bernama xwe berdewam kir, hemû beşdar hanîn coşê. Cîwanekî ji Kurdistana Başûr bi navê Edman Baadre hate ser dîkayê û dengê kurdên Şêxanê bilind kir û kilamên xwe gotin. Dawîyê da dengbêja cîwan bi dengê xwe yê zelal va beşdar carek din rakirin ser pîyan. Mizgînê bi sê zaravayên kurdî(Kurmancî, Zazaki û Soranî stran pêşkêş kirin. Hejayi gotine ye ku, di gel beşdarbûna gelek Ronakbîr û Sîyasetmedarên Kurd û Elman her usa brusknama Serokê KOMKAR-Euro, Şaredarê Bottropê, Cîgirên Şaredar Berêz Ketzer û Löve, serokê dayra Kulturê berêz Wollek û çend dezgahên Sîyasî û civakî jî peyam ji bo Komîte ya amadekarya Newrozê şandibûn. Partî, Rêxistin û Kesayetiyên bêşdarî Newroza Bottropê bibûn evîn: Brêz Sadulla Berwarî (Berpirsê PDK-Başur yê herêma Düsseldorfê), Mir Merdan Zedo Dawud Beg Şêx Zedo Baadre, Pêşmergê dêrîn Letif Baban, Iso Seref – Bave Sakir, Hito Mehmud Hewêri, Eli Seydo Dinayi Rojnamevan Hesen Qurij Eli Ülbegi – Rêberîya Partîya Çep Davut Timar Pîro(Riza Katurman), Kemal Yagcibulut(Serokê Komela KOMKAR Duisburg) Nîvîskar û Sîyasetmedar Murad Dagdeviren, Rojnamevan Seyidxan Kurij, Mamoste Cahîd Kaplan, Endamê Meclîsa Bajêr yê Partîya Çep Şahîn Aydin, Jutta Fingsten – SPD Kristopf Ferdinand/ Dieter Poltz- Partîya Çep Dieter Pillath- Serokê dayra Koçberan Frank Raphael- RAA Xanim Schmitz - CDU Bi rastî Germayî û coşa vê şahîyê mirov vegerande Kurdistanê. Lewma ji dil û miraz beşdarvanan bi hevra gotin: “bijît bijît Hevaltîya Kurd û Almanan” ( geselschaft für Deutsch-Kurdische freundschafts e.V ), bi kurtî “hevaltî Bottrop”. U supasiyek germ arasteyî memdunenas mamosta Fettah Timar kirin, ku bi rastî hêzek kêm nimûne li cem heye û wextê xwe bi şev û roj xistîye xizmeta Kurd û Kurdistanîyan, ji bo razîkirina wîjdana xwe ya pak û xawên. Heta NEWROZEKE din em û hûn çavbirêyên rizgarîya gelê xwe ne. Çi li Kerkûk û Şingal çi li Qamuşlo û Efrînê, çi li Mahabat û Qesr-i Şirînê çi li paytexta xewna kiçik û mezinên kurdan Amed û Dêrsim.