DOXATA: Newroz li Elmaniya jilayê sedah hezar kurda ve hate pîroz kirin Newroz li Elmaniya jilayê sedah hezar kurda ve hate pîroz kirin ================================================================================ nader doxati on 27/03/2010 09:53:00 Armanc Egîd Nêrweyî – Elmaniya / Serê sala Kurdî, li çendîn bajêrên Elmaniya li jêr ala rengîn û bi tevîbuneka yekcar mezin ji revenda Kurd hate pîroz kirin. Bonn / 19.03. Bu helkefta Newroz´ê, sersala nû ya Kurdî, rêveberiya Funda Sivan Perwer li Elmaniya bi çend çalakiyan rabun, ji wan vekirina situdio ya dengî li bajêrê Bonn´ê, amadekirina konsêrtekê li bajêrên Dortmund û Hamburg´ê, û tevîbun di Ahenga mezin ya Düsseldorf´ê da. Ji bu van çalakiyên Fundê, Serxwebun Perwer Rêdektor´ê Studio ya Sivan pewer ji Malpera me ra axivî. Serxewebun Perwer dibêje" Ji bu pîroz ragirtina cejna neteweyî ya Newroz´ê, me çendîn çalakî amade kirin bun". Rêdektorê Studio yê diberdewamiya axiftinên xwe da behsa çawaniya vekirina Studio yê dike " Me ji zuda Studio ya Sivan Perwer li Bonn´ê vekiribu, lê bi rengên pêshkeftî û serdemiyane bu pitir bashkirina dengî me studio mezintir û modêrintir kir", herwesa dibêje " Ji bu vê yekê me gelek siyasetmedar û mêhvan ji neteweya Elman daxwaz kiribun ji bu nîshandana Stdio ya dengî û baregayê Funda Sivan Perwer". Mêhvanên ku amade bun li baregayê Funda Sivan perwer ji wan ( Herr Korman ) ji partiya CDU, shîretkarê serokê Partiyê ye û Herr Pabiliyos ji Partiya çepa Elman û Herr Atalayî ji Partiya PDS û Xanima çîler ji Partiya Kesa ( Grüne ) û herwesa gelek kesayetî û partiyên Elman û Kurd amade bun. Balyuzê Hunera Kurdî Sivan Perwer û xanima wî Gulistan Perwer jî amadebun. Li destpêkê Serxwebun Perwer ser navê Funda Sivan Perwer bixêr hatina mêhvana kir û mesacên gehishtîn destên wan xwandin ji wan mesaca, wezîrê Integeration birêz Armîn Löschet û Kesayetiyên Partiyên SPD, CDU, FDP û ji Perlemêntuya Ewropa û herwesa ji Nivîskarê navdarê Elman Günter Grass. Hejî gotinê ye bi cusheka pir mezin ev roj li baregayê Funda Sivan perwer û bidilxweshiyeka berçav ji aliyê mêhvanên amadebuyê ve derbaz bu, pashra Balyuzê Hunera Kurdî Sivan Perwer digel da piraniya wan mêhvana hatin Dortmund´ê tevî ahenga ku Partiya Dîmikratî Kurdistan - Lijna Nawça Düsseldorf´ê bi hevkariya Funda Sivan Perwer amadekirî bun. Xalê Hacî Ehmed Shernexî ku Serokê Funda Sivan Perwere ji Malpera me ra got " Em Îro hatine Dortmund´ê û sibê demjimêr 14:30 li Düsseldorf´ê ne û pashra bu shevê diçîne Hamburg´ê, me ji bu helkefta Newroz´ê em çalakiye amade kiribun digel PDK Lijna Nawça Düsseldorf ku em bihevra li Dortmund ahengeka mezin sazbikin, û herwesa digel Yekkomê ku em bi hevra li Düsseldorf´ê Newroz´ê pîroz bikin û digel Komkarê li Hamburg´ê bi heman helkeft". Dortmund 19.03. Bi tevînuna pitir ji 2000 hezar Kurda newroz hate pîroz kirin, ev 5alakiye ji aliyê Lijna Nawça Düsseldorfê ya PDk´ê ve bi hevkarî ya Partîya Yekêtî ya Rojavayê Kurdistan´ê û Funda Sivan Perwer li demjimêr 17:00 dema Elmaniya derê salonê hate vekirin û li demjimêr 18:30 peyîva bixêr hatinê ji aliyê komîteya serperishtiyar ve hate xwandin, pashra derfet bi Hunermendên beshdar hate dan û wan jî bi sitranên xwe aheng bi rewshxist, ji wan Gulistan Zubarî, Zubêr Salih, Salar Berwarî, Mihabad Îbrahîm û li demjimêr 23:14 xolek ta 00:45 Balyuzê Hunera Kurdî Sivan Perwer bi çepik û govenda amadebuyan li ser tepê shanoyê ma û sitranên shoreshgêrî bi dil xweshiyeka bextewer sheva wan bi dawî hat. Düsseldorf 20.03. pitir ji 50000 hezar kurda ji hemî deverên Elmaniya tevî helkirina agirê newroz´ê bun, ev çalakiye ya Yek Kom´ê bu, li du aliyên bajêr hêlên ( sor û Kesik ) hatibune danîn bu pêshwazî kirina xelkî û birê xistina wan bu cihê mîttîngê, bi rengekê bash hatibu organîzekirin, bêyî hîç kêsheyek rûbidet hemu kurdistanî demjimêr 12:00 yê nîvro gehishtin gorepana agirî, hijmareka berçav ya hunermendên kurd tevî bibun, mîna Aydin, Mustefa Dadar, Ayfer Duzdas, Lale Koçgün û Balyuzê Hunera Kurdî demjimêr 14:30 bi gulan hate pêshwazî kirin taku gehandiye ser depê shanoyê, wî jî sipasiyeka mezin pêshkêshî amadebuyan kir û newroz li tevaya milletên Arî pîroz kir, 5endîn sitranên xwe ji ahengêran ra pêshkêsh kirin. Hamburg 20.03. Nêzîkî 1700 kesî ahengek bi cusheka mezin bi helkefta hatina serê sala Kurdî ji aliyê Komkarê ve hate rêvebirin, bi amadebuna hijmareka mêhvanên biyanî ji wan kesayetiyên navdarên Elman û siyasetmedarên Kurd, Elman û Türk û çendîn Hunermendên berniyasên kurd, ji wan jî Balyuzê Hunera Kurdî Sivan perwer. Bonn 20.03. bi amdebuna Gulistan Perwer û çendîn kesayetî û hunermendên Kurd agirê newroz´ê hate pêxistin, pashra jî Gulistan´ê çend sitranên shoreshgêrî ji amadebuyan gotin.