DOXATA: HIBIJARTINÊN BAJARÊ BOTTROP JI BO CÎWATA BÎYANÎYAN HIBIJARTINÊN BAJARÊ BOTTROP JI BO CÎWATA BÎYANÎYAN ================================================================================ nader doxati on 12/02/2010 00:22:00 Ji Zedo Baadrî/ Almanya Li roja 07.02.2010 bi çavdêrîya bajêrvanê Bottrop Hêja Berndt Tischler koçberên li bajarê Bottrop berbi sindoqên dengdanê çûn, daku civata biyanîya hilbijêrin. Hêjî gotinê ye, ku bêjîn kurdistanîya şîya 2 kurdîyan bixo destvebînin ji 17 kurdîyan. Mamosta Fettah Timar jek ji wan e. Bifer dizanim kurtejîana wî jibo haweyên hêja ron bikim: * Mamposte di sala 1953 an de li Bajarê Qersê çavên xwe ji Kurdistana bindest ra vekirine. * Dâyîk û bavê wî yên hejar û çotkar şîyan heta pişka zimanê Elmanî li Zankoya Istenbol pê biden xwendin. (1976 dumahî anîye) * Her usa berbi Elmanya û li Zankoya Essenê pişka Edebîyat û ziman (Germanistik) û politîknasî xwendîye. (1985-1992) * Ji sala 1981 ta îro li Bottropê dersa zimanê tirkî û elmanî û ji sala 1997 an pêva jî zimanê kurdî bi fermî li Bottrop û Duisburg daye. Ev kara îrojî berdewam e. * Mamosta ji sala 1985-1992 an jî di zankoya Essen da dersa zimanê Kurdî bi fermî daye. Herusan jî wek mendunenasek li zankoya Dortmundê dersa kurdî dide. * Ji sala 1981 vir da endamê civata KOMKARê ye. 16 salan di rêveberîya Giştî de cî girtîye û 4 salan jî serokatîya vê rekxrawê kirîye. * Dîsa ji sala 1992 an vir da wek damezingêr û xilmetkarê Komela HEVALTÎ di navbera Kurd û Elmanan da vî karwanê pîroz digerîne. Bi sedan dîdar bo dostên Kurdistanî çêkirine û tiştê herî hêja û berê binyatê ew e, duristkirina arşîveka pêywendîdar bi Kurdistana me va bi zimanê Kurdî, erebî, elmanî, ingilizî, tirkî (ta niha bêtîr 6000 dokumentî parastine). * Helbet Mamosta Fettah dûrî û sînorên Ewropa nasnake jibo semînarek ya bi kêşa Kurdistanê ve girêdayîbit. * Çavdêrekî xorayî bi şev û roj di medîya elmanî û tirkî da ji bo Kurdistanê * Mamosta xêzandar e û xêzana wî heftêyê carekê afratên kurd li ser maseyekê digîhîne hev. * Ew bavê (Kerem, Dîlan û Letîfe) hersê jî di zankoyê da dixwînin Şaredarê Bottropê mamosta pîroz dike