DOXATA: Nêrînek ĵi bo ya sitara Şivan perwer ! Hesûn Cehwer Nêrînek ĵi bo ya sitara Şivan perwer ! Hesûn Cehwer ================================================================================ nader doxati on 11/01/2010 11:17:00 Dema ku mirov dîroka strana Şoreşgeryê ya Cîhanî ya hevçerx dixûne yekser hunermendê mezin strnbêĵê şorişgêr , şorişgêrê stranbêĵ Şivan Perwer di navra xûya dibe yê ku pitir ji 30 salan di warê strana berxwedanê de kar dike û hunermend Şivan perwer li ser astê Cihanê piştevan û hevalê tev gelên bindest buye , gelek Xelatên strana Siyasî wergirtîne , êkemîn hunermendê kurde yê sax ku peykerek jêre hatî çêkirin . Mirov xwe bextewer û serbilind dibîne bi hebûna Hunermendekî hosa hêja di nav milletê kurda de .wek aşkira Şivan perwer rolekî gelek mezin di Şoreşên kurdistanêda hebuye û bi sedan Genc ji pêxemet kasêtên wî û stranên Şoreşgêrî xwe havêtin nav xebata rizgarî xwaza gelê kurd . Lê ya min divêt bêjim ewe Dîdara sîvan Perwer li gel Radywa WDR ya Almanî li roja êkşembê hat weşandin li 03.01.2010 seat 18,5 li jêr demê Almanya li bajarê kolinê , di wirde piştî çend ronkirin li ser ĵiyan û berhamê xwe anîn ziman û li ser naveroka gelê kurd bi stirana ya sitar de got , di naveroka wêde tev Êl ü Eşiret ü Olên kurda bi nav kirin lê mixabin ne ji nêzik û ne ji dûr behsa Ola kurda a resen Êzîdiyatîyê û ne Êlekê ji wan ji nekir . pirs li vir ewe erê hunermend bi kiş cavî li Êzîdiyan dinêre, wek kurd yan çi ? bersiv ĵi vê pirsê re Hozanvanê strana kurdî yê navdar Edîb Çelkî bi peyvên xwe û helbesta Beyta Laliş bi dengê hunermendê genc û navdar Hesen Şerîf dide xwiya kirin . Hîvî û pêşnyare me ewe ku hûnermendê me li naveroka strana xwe vegere û ser rast bike ,li gel daxwaziyên serfirazî û serkeftinan . li dawyê dibêjim dibê tim mirov rengan ĵi hev dû cuda bike , bêjite reşî reş û sipî sipî û eger na dê tuşî nexweşiya rengan be Almanya 07-01-2010 http://www.dailymotion.com/video/x3yod0_sivan-perwer-ya-star_music http://www.wdr.de/radio/audioplayer/popup_js.phtml?playing=bernamakurdi&fhe=true&fhetuerkisch=true&fheserbisch=true&fhe5planeten=true&fhespirits=true&fhemassivereggae=true&showToggleButton=true&minimizeHandler=minimize&maximizeHandler=maximize&minimized=true&radiocolonia=true&bernamakurdi=true