DOXATA: Kurdên li bajarê Bottropê destên xwe dan hevûdu Kurdên li bajarê Bottropê destên xwe dan hevûdu ================================================================================ nader doxati on 10/01/2010 16:02:00 Lista 2 „Koçberên jibo Entegrasyonê“ Di 07.02.2010 an de li bajarê Bottropê hilbijartina „Encumana Entegrationê“ (Integrationsrat) heye. Isal 15 sal in, ku lista me bi navê „Migranten für Integration“ ango „Koçberên ji bo Entegrasyonê“ di vê Meclîsê de ich digire. Vê carê taybetîyeka lista me heye, jiber ku di listê de alîgirê YEK-KOM, KOMKAR û Kurdên Başûr cîh digirin. Em hîvî dikin, ku ev hewildana bibe nimûne ji bo gelek kar û barên din jî. Em dikarin bêjin, ku Lista me kurdistanî ye. Hetani ku ji destên me bê, em wê bibin dengê hemû koçberên ku, li Bottropê dijîn. Di bernama me de ev xalana cîh digirin: * Xurt kirina kar û xebatên di derbarê zimanê dayikê û zimanê elmanî, perwerda navnetewî * Baş kirina rewşa zarokên ji malbatên koçberan di hêlina zarokxanan û dibistanan de. * Projên nû ji bo pêşe hînbûna cîwanên ji malbatên koçber * Xurt kirina tevxebata navkulturî * Merkezên navkulturî ji bo agahîyan û têkilîyên giştî * Di hemû waran de wekhevî ji bo komikên koçber. * Baş kirina rewşa kal û pîrên koçber * Alikarî ji bo kar û barên dij piçûk dîtinê (Antîdiskriminierungsarbeit) * Pêşîlêvekirin û pêştabirina xizmetên navkulturî yên ku dimeşin * Alîkari ji bo projên navkulturî Armanc: - divê em di warê polîtik de dengê koçberan xurt bikin, taybetî jî dengê kurdan. - hewil bidin, ku koçber jî bigîjin standartên jîyana hevwelatîyên elman, ferq ji holê rabe. - hewil bidin, ku tevxebata kesayetî, komik, isîyatîf, komel û rêxistinên ku di vî warî de dixebitin xurt bikin. Ber endamên lista me ( Lista 2 an) ev in: * Fettah Timar (Mamosta) * Ali Ülbegi (kamerakêş/Filmkêş, endamê Komîta Rêvebir ya Linke Partei) * Davut Timar (Endezyar) * Zedo Mero (Mamosta, Rojnamevan) Komîta Hilabijartinê