"Rêsan Hesen Cindî " bi pileya zor baş

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

nameya xwe ya masterê sitand


Li roja pêncşemê 8\7\2010 gengeşe li ser nama masterê ya qutabî "Rêsan Hesen Cindî" hate kirin li pişka perwerde u derunnasî, ya ser bi zankoya "el – hure" ya Holendî ve li bajêrê qereqoş yê ser bi parêzgeha Musil ve, ya li bin navê "peywendiya palderê zanînê bi şêweyê danustandina semiyanan ve li cem qutabiyên kulîja perwerdê li zankoya Dihok" bi zimanê erebî:

" علاقة الدافع المعرفي بأساليب المعاملة الوالدية لدى طلبة كلية التربية في جامعة دهوك".

Piştî gengeşeke têr u tesel ya ku bo maweyê du demijmêran domkirî ji bal lijna gengeşve u qutabî berevanî ji nama xwe kirî, lijna ku pêkhatî ji "prof. Nail Haşim Fadil, serokê lijnê, u bi endametiya dr. Liqa Mehfuz el – Hemedanî u dr. şehrezad Muhemed şehab wek endam u serperişt", name bi pileya zor baş hate qebul kirin.

 

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة