Serê Kaniyê giran bar e... Narîn Omer

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

SerêKaniyê çi giran bare

girî û şînî vaye li dare

bo pakrewan e

bo birîndar e

SerêKaniyê li me haware

Gelî kurdino…

Kanî mêrxwazî…

kanî halanî

beyanî li min bûye êvar e

Kesên min bûne

koçber û mişixt

ji wan re nema

hîlîn û war e

bê rêk û pêkin

ew perîşanin

şûna wan danî

maka ejdar e

Reşkreşkê şevê

bûne pehlewan

li min zîvirîn bi çar nikare

çilêçilê ne, pir xapînokin

bi navê yezdan dikin reşkare

Gelî xelkîno!!!

vaye min dîsa reş girêdaye

mame bê çare

tenha xwe me ez

karê min bûye qîr û zarzar

hûn hemî wekî ker û lala ne

ne li we deve ne li we zare

kanî oldarî, ka mirovanî?

qet mafê mirov bo min nedyare!

Kî ye mafperwer

kiye aştîxwaz

kî tawanbar e

kî sitemkar e???

Kanî dostê min, ka xêrxwazê mim

nenase bo min heta neyare!!


narinomer76@gmail.com

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة