stêrên şanazî û şînê ... Kamran Simo Hedilî

حجم الخط: Decrease font Enlarge font

 

şêst û pênc xwedewandên evînê

bi şêst û pênc gulên vînê

şêst û pênc caran

bejna xwe

li ber evîn û vîna we tewandin

şêst û pênc hechecokan

şêst û pênc kevokan

şêst û pênc hêlînên tijî çêlîk

ber bi we ve firandin

şêst û pênc kewên ribat

bi şêst û pênc firên azadiyê

şêst û pênc rekih şikandin

bi şêst û pênc dengan

şêst û pênc awaz xwendin

şêst û pênc perdên

guhên fasikên derewîn dirandin

şêst û pênc ewran

şêst û pênc bahozan

şêst û pênc hezar rondik

di bircên zilmê de barandin

qolincên şêst û pênc şev û rojan we

şêst û pênc dêwan

di rayên dilê min de govaştin


Kamran Simo Hedilî


15.11.2012

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة