Tu wî ... F Yakoub

حجم الخط: Decrease font Enlarge font

Tu wî xunav av û gulav

Li ser dara min belav

Pelek zer ez hatim xwar

Bê ba ji dara hejar

Tu wî perek ewrê spî

Li asmanê sayî bê piş

Tu wî rojên behiş

Di jiyana min da ne gehiş

Tu wî xewna şevên sar

Bibîn ma te çi hiş

Ev dilê birîndar

Ji kul û xema te kuş

Tu wî derya pêl giran

Li ber pêlan ez hiş

Pêlek har ser min da hat

Li ber xwe birî keş

Tu wî jiyan û giş

Li te her dikim geş

 

 Berdêl

Keştî : gemî

Geşt : ger

 

F Yakoub

October2012

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة