Hêviyên zîldayî ... Çîrok: evîn şikskî

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

 

peyîza pêşî bû êvarkî bê dil û bê rumet bû, dara hinarê xwe ji guneha diweşand peymaneke nu bi bûharê re girê di da ,di çavê Gulê de neçarî û belengazî xûya dikir, biskên pora wê ya bi henê sorkirî ji ber kefika wê ya sipîreng derket bû, xem di dilê xwe de diristin û zîq li kurê xwe Ferhad di nehêrt, kirrênî ji kezeba wê dihat te di got qey ev cara ewilî ye kurê xwe di bîne yan jî ev cara dawî ye wê bibîne di dilê xwe de dikelî ..diforî.. û dipijqî , kesî hest pê nedikir, dixwest ku giyanê xwe ji dîmenên wî yê levhatî tijjî bike dizanî bû kû kurê wê rêwî ye ji xwe re di got ma çiqas jiyan bê wateye lêêê.

odeya malê ya herî mezin ji dost .. heval.. û malbatê mişt bi bû yên kû hatî bûn xatir ji Ferhad bistînin, her yekî ji wan çaresî rêz di kirin û ji aş û bajar tanîn, mamê Ferhad yê herî mezin bi temenê xwe maqûl û axa xwe di dît û gelekî ji xwe razî bû çilkê li ber bejna wî her dem îtû kirî bûn tizbeyeke reş di destê xwe de dibir û tanî piştî çaya xwe vexwar û bihna xwe veda,

axivî û got: di nerina min de birazî heger tu mala xwe bi be paytextê û li wir jiyana xwe berdewam bi kî di be ku paştir be, hevalekî Ferhad mamoste bû zanista derunî xwendî bû, bejin dirêj bû, qemisikî reşê bitbitî li bejna wî bû, hizrû ramana wî dixwarin serê xwe hilda û bi hemû aqlmendiya xwe û zanebuna xwe riya axiftinê ji ber mamê hevalê xwe birî,

li Ferhad nerî û got: biryara baş ewe ya ku te sitandî, kesek îdî nikare li welatî bi mîne û bijî ,nexasim ku sedema rêwîtiya te çaresekirina nexweşiya kurê teye, karê xelkê bûye reva ji vî welatî hejariyê û bêçariyê û bêbaweriye miletê me hemî koçber kirin .

Ferhad bihnekî ma bê deng, destê xwe li ser çokê xwe re di bir û tanî nîşana xemgirtinê û mitaliyê y bû, paşî bi dilekî şikestî û sed birîndar wiha got: dizanim ku jana herî giran rewîtiye lê çaretî nine û bêcaretî jî gelek bi zehmete dizanim kû dûrbina min ji dê û bav ...dost ..heval gelekî zore, lê dibe ev qedra min be ,heta ku ez li vî welatî me careseriye nexweşiya kurê min Elend wê nebe ez mecbûrim kû ji welatî barbikim, û li welatekî dî bixebitim, ez bi gomanim û bi hêvime dregehên xuşiyê û careseriyê li pêş min û kurê min wê vebin ferhad wisa ji kes û karê xwe re got.

Xwîshka ferhad avjeniyeke bê hedan di nav hêsrên xwe dikir, û ji agire hivavê xwe tebatî pê nedi ket êş û keser li dilê wê bibûne mêvan, û di dilê xwe de weke taviykî buharê dibarî ,baş dizanî bû ku jiyan wê bibe rengek,

jiyana sînem bi hebuna Ferhad xweneke gulgulî bû û bi wate bû lê çi bike mala qerê wêran bi be,

zarok bi eywanê û hewşê ketibûn etlayî bi ava mezin diket û bi wan zaroka nediket ne di westiyan û nejî di odeya malê di runştin,

Zarokek bi temenê xwe sê salî, bi listikê xwe mijûl di bû bilez xwe avête himbêza Ferhad û got:

Babo te batronê xwe li xwe kirye tuyê bi kuve herî ejî werim min nehêle,

Çave Ferhad mişt hêsir bûn û got: na berxê min tû yê paşî werî dilê dayka xwe xemkîn neke başe canê min, Elend got bila babo, Elend her ku di dît babê wî patronê xwe li xwe kirye dizanî bû kû babê wî wê ji malê derkeve hema êkser ji dayka xwe re di got: dadê patronê min jî li min bike da ejî herim

Lehiyekî bê sînor ji bîranina ew li ber xwe di bir li dora xwe di nerî di dît ku şonmaya Ferhad li her cihî di peyve û nîşan di de di odeya malê ya ronştinê li rexe rastê hewdê masiye renge reng bû ew masiyê ku Ferhad hevaltiyeke direj û beymana hezkirinê bi wan re girêda bû masiyên sor..reş..pirtaqlî û her wisa bihemî rengan ew hewdê avê xemlendî bûn her du roja Ferhad xwarinekî taybet di da wan jê re sema dikirin û kefxweşiya xwe diyar di kirin,

li mixabin piştî Ferhad çû sînem xwîşka wî bi nazî û dilovaniya xwe ew masî mîne mirova dîtin û her roj sê cara xwarin dida wan hetanî zikê wan wermî û mirin.

şonmaya Ferhad weke erşîfekî sînemayî li ber çavên hemiya ne di çu di hweşa malê de û li ser dîwarî wê bi pînosekî reş nivîsanî bu /babê Elend 27/10/20...../ ,

di bin mêweya tirî nercila Ferhad ya ku rojê sê çar cara dikşan bi di nav hinavê xwe ,tena xwe û bi hevalê xwe re, tişta herî balgêş ya ku Ferhad li şun xwe hêlayî kumputrekî bargirn te di got qey mirovekî heftî saliye ê bi êşa ziraf ketiyê li wisa jî bi sude bu .

Di derbasbûna demjmêrê de her carê êş û janeke dijwartir dida dayka Elend gelo wê çawe bikaribe demjimêrê û xûla rawestîne wê çawe jiyana xwe bê Fehad bi qedîne? Wê çawe barê kurekî nexweş li ser milê xwe hilgire û wî bi parêzê? bi hezaran pirs di hatin û di çun ber çavê wê, bê bawerî di ma û heviyê wê dihatin sêdaredan,lê disa ji xwe re di got: di vê ez bi hêzbim ji vê mestir jî heye di jiyanê de.

Demê xatir xwestinê hat lerzê dayka Ferhad digrit û dil li ser piyê xwe rawestiyan otrmbelekî sorêtarî li ber dergehî sekinî lempê cadê melul bûn xemginiya xwe ji Ferhad re diyar dikirin.

gelo çend hebêzê gerim ji Ferhad re divin da wî ji sir û seqema xerîbiyê bi parêze, çend çavên bi ronî divin da riya ji toza xemgîniyê bi male, çend dil jêre divin da serê wî bi duaya bê şuştinn,çend hêviyî wê avis bibin û çend wê beravêtî bibin hatnî jiyana Ferhad rengîn bi be , xatir ji hemiya xwest,dilê dayîka wî xwe avêt hundirê otrmbêlê de ,lê dilê wî xwe ji singa wî avête hundirê malê di nav listikên Elend,

û Elend li benda hêviyên kû zîlbidin di mîne.

 

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة