Dengê te ... Kamran Simo Hedilî

حجم الخط: Decrease font Enlarge font

 

dengê te

di nava min de dibêje

dûriya dûr

ya qûnaxa temenekî ji me dûr

nezîk bû

bayê bêhna te anî

xeyal kire rastî

kahniya biharê za

şevtarî hate dawî

ronahiya nûrojê kon danî

dengê te

di nava min de dibêje

salên windakirinê çûn

stêra berbanga hesretê

mizgînî anî

germiya lêvan

diherikê bihuşta maçan

dengê te

di nava min de dibêje

sermestî û serxweşiya dîroka gêj

têne şuştin

qolinc û tenahiya zivistana har bihurîn

çav

di pêşbirika zindîtiyê de dileyîzin

çiraya hêviyê

di hembêzan de pêket

giyanê şadiyê

rabû û di dilan de raperî

dengê te

di nava min de dibêje

zordarî payîza xwe dijî

mir bêdengiya baskşikestî

dîwarên sûr û bedenên dûrkirinê herifîn

çirûskên vejîna hezkirina jiyanê diçirûsin

govenda pirpirîkên bîranînan

di gulîstana paşilên me de dibînim


22.08.2013

 

Kamran Simo Hedilî

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة